DU DILÊN NE WEKÎ HEV

DU DILÊN NE WEKÎ HEV
Helbest: Merwan Berekat
Dêmbixala sîngbuharî
Ger dilê te bibêje erê
Ez dikarim bi bayî dînbûnê werim
Em ê herin daristana çiyayê meraqan
Li wir bilibilên eşqa windayî awaz ji bîr kirine
Li wir sînfoniya maçan ne qedexe ye
Çavreşa kezîzer
Ger dilê te bibêje erê
Ez dizanim rîşiyên coşê li riyan rêxînim
Em ê herin gulistana hestnazikiyê
Li wir xunav li ser lêvên nêrgizan namiçiqe
Li wir serxweşî tazî dikene
Xwînşêrîna evînzê
Ger dilê te bibêje erê
Min firîna bi baskên dildariyê payî kiriye
Em ê herin paytexta dilmestiyê
Li wir siha du bejnan dibe yek
Li wir awirşaşiya du sêvan çêjxweş dibe.
Simêlsorê bejinbilind
Ger meraqa te heye
Em ê herin buhara çiyayên ronîdar
Berhev bikin gureş, beybûn û nêrgizan
Ji kesk, sor û zer bikin gurz
Dînin ser gora bûk û zaveyên pakrewan
Çavhinguvînê zendbadayî
Ger ne hestxewkirî bî
Em ê herin baxistana xwezayê
Hejîr, tirî, hirmî û henaran behev bikin
Li sibeheke çarşemê ya hemêzgerm
Dînin ser sifreya sêwiyên welatê xwe
Dildarê berbangên bêdeng
Ger tu bê dudilî bixwezî
Em ê herin konistana keserkêşan
Li giriyê şîrmijên zikbirçî guhdar bikin
Li lorandina perîşaniyê guhdar bikin
Li zarokên pêxast û nîvtazî binihêrin
Belkî bêhtirî navekî li dil û êşa xwe bikin.
********
25. 07. 2023i
Sekoya Kurmancî