Bîst û pênc sal hêj di wijdan de dijî
Helbest: Konê Reş
Di rojek wek îro de (22.12.2025), berî 95 salan, Dr. Ebdulrehman Qasimlo çêbûye.. Di 25 saliya terorkirina wî de min ev helbest wek wefadarî ji giyanê wî re nivîsandiye:
Bîst û pênc sal, hêj di wijdan de dijî
Namire, her dem wê bi me re bijî
Stêrek geş bû, li asmanê Kurdistan
Parêzer bû, bo felata me kurdan
Kar kir bo Kurd, Faris û biratiyê
Dest dirêj kir, bo selam û aştiyê
Sed mixabin, Ayetên Xwedênenas
Bi bêbextî, kuştin ev kurdê gernas.
Em jî didin, soz û peymanek dirêj
Bixebitin, dijî rêjîma qirêj
Rêbaza wî, bişopînin û her demê
Bi têkoşîn, li vê jîn û serdemê
Ta ku navê wî, bilindkin li welat
Û bibêjin; ew bû rêberê felat.
Bijîn kurdên, Kurdistana Rojhilat
Yekî wek Qasimlo ji nav we hilat
We pîroz dikim ji dil, hinav û can
Hûn bibîr tînin, lehengê qehreman.
Gelyê Qasimlo bilîlîn û biken!
Nevyê te ye, ev qehremanê resen.
Ji Qamişlo, bo we dikim diyarî
Zor sipas û silavan ji vî warî
Em jî wek we, Qasimlo bibîr tînin
Xweş silava, li vê yadê dişînin.
Bijîn kurdên, Kurdistana Rojhilat
Yekî wek Qasimlo, ji nav we hilat.
Qamişlo
XELAT
