Erê, em lawên cotyêr in
Nivîskar û Helbestvan: Husên Hebeş
Cotiyarê di navê hemêza siruştê de hate dunyayê û wefadar bû jê re, ji darên zêtwînê û binvedanê, ji darên mêwê û bwîdekkirinê re, ji cotajotinê re tevahiya jiyana xwe, wefadar bû jê re taku bêhnkêşa dawyê di baweşa (hemêz) siruştê de.
We hemiyan zanî bavo çi roj, salê em bi cihhêştin, lê min nizanî, ku wî xatirê xwe xwast û birêket. Havîna 1983a li Mosko min kincine zivistanî kirin çentê xwe û min got ev diyarî ne bo bavo, jiberku zivistanê tim sermê xwe lê dipêça. Gêlasê di nav gotinan re got çentî xwe giran meke, emê payîzê jê re bişînin…
Min nizanî ew çima weha dibêjê, min digot niha dema cercerê ye, ezê herim li ser bêderê bibînim, destan maçkim û sêp bi melêbê bikim ber cercerê…
Li Helebê dostê min Munîrê Hesen Kêfo ji gundê Hallîlê ji min got … û ez bûm sapê cercerê…
Bonn, 23.2.2024
Darên behîvê berên xwe dişewitînin
Bo bavo
Hespê merman
Şemo peyakir
guvîna bayê tebaxî
ji sing û berê çîyan
serxwerkirî berv ê hat
dwîrhatî li bindaroka zêtwînê
bi bêdengîyeke kwîr diqijilîne
Çi rûdayî
çima weha cercer ji xweserê
di ser sîtav û hişên merîyan re
digere dihêre
Şînoyê cercervan te çi lê kir
tema ji namotîyê mizgînek
jê re şandine
ew kuda çû
Li berjêr û berjorên bîrkirinê
ew bi rêket
di rêya çiqirên qiracê sicirî re
ew vegerî
di berwarên zaroktîyê re
wek kahrekî têr şîrxwarî
ew hildipekî
Lê dipirsî
kanî zêw
kanî vexwandî
çi girdav bi ser cercervanê
bavînî de hat
Darên behîvê yên bavo çandibûn
berên xwe bi keseran dişewitînin
Mêwên wî bi xwîhdanê avdabûn
serxweşîyê li hev dikin
bi ser hev de dilorînin
6.2.1996
sîtav: xeyal, şebeh, zêw: teklifa mezin, girdav: bobelat, bêtar
XELAT