HELBEST BÛ HEST
Helbestvan: Hinara Tajdîn
HELBEST BÛ HEST
(Çend pirtûkên rewşenbîrên me )
Te çima sert got û dilê min sot,
Xeyal bûne cot û hîsên min kot,
Ça bihîst xeber, ez bûme rêber
Korbû nûr, neder, xeyîdî qeder.
Rê da li ber xwe, gopal destê xwe,
Çûme gundê xwe, pey evîna xwe,
Gerand çevên xwe, nedît zerîya xwe
Kul û derdên xwe, rokir li ber xwe.
Nekir sereder, ji dilê keder,
Bibû êş, xeder, digerîya her der,
Çawa sewdaser, bûme evîndar,
Ez bûme ewtar, mame bê sitar.
Şîrê royê mêt, hêrsa xwe jî rêt,
Dil û hinav pet, ew nezvirî qet,
Nivîsand weyset,rêz bi xet bi xet,
Minra ev helbest,bûne hêz û hest.
Xelat