EZE DÎNIM     

EZE DÎNIM     

 Helbest: Seyrana Celad

 

Eze dînim, dîneke har,

Bûm qerewil û bendewar,

Çevên belek rê qerimîn,

Kasa hubê min jî vexwar.

Eze dînim û evsane,

Dil disoje û dijane,

Agir, alav lê alyaye,

Antêx gurre bû volqane.

Eze dînim, kerr û gêjim,

Teyredara sur dibêjim,

Îtbar tînim li xezayê,

Kul û keser ber dirêjim.

Eze dînim û evîndar,

Dêm bi kenim, ruh va xemdar,

Evîna me paqij, zelal,

Destanada bibe navdar.

Eze dînim ketim besta,

Azadî da hîs û hesta,

Ji bo derdê hîlaşê xwe,

Dihûnim şeir û helbesta.

Yeke dîne û aqile,

Wijdan ronî û adile,

Ji wê îşiq diefûre,

Hubra pênûs dest û mile.

Navê dînê Yey, Seyrane,

Ew maşoqa Kurdistane,

Eşqa xwe ra firnax dibe,

Maye benda du yarane.

"XWAZIL DÎNA RA, KU ÊDÎ DÎN NABIN " ( P. SÊVAK )

XELAT