REŞ Û SPÎ
Helbestvan: Merwan Berekat
Ez dikim û nakim ku bangên xwe di guhên ezmên de berdim û navnîşanekê li êşên me bikim, lê sîngê min ji axînan tijî ye û zimanê min ji ber birînan nagere.
Na, ne qeder e
Belê bext e
Ronahî
Belê tenê ronahî rûgeha me ye
Jiyan
Belê jiyan felsefeya me ye
Hezkirin
Belê em xwedawendên hezkirinê ne
Mirovatî
Belê em çîroka mirovatiyê ne
Na, ne seyr e
Na, ne nişkavî û veciniqîn e
Tarîperestî dijminê kor e
Reş û spî ne yek in
Bang ji xwediyên felsefeya ehmaqiyê re
Azadî
Jiyan
Hezkirin
Serbestî
Tenê bi deng û rengên me rast in
Tenê bi sirûd û stranên me xweş in
Tenê li qadên me pîroz in.
Qamîşlo: 10. 12. 2024
XELAT
