Mûzîkvanê mezin ê kurd Reşîd Sofî koça dawî kir
Duh duşemê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hunermend û mûzîkvanê mezin û naskirî ê kurd Reşîd Sofî di temenê 72 salî de, ji nava me barkir.
Nûçeya koça dawî yê hunermendê mezin ê kurd ê Rojavayê Kurdistanê mamoste Reşîd Sofî em û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê pir xemgîn kir.
Hunermendê naskirî ê Kobanî nemir Reşîd Sofî xwedî berhem û karên pêşxistin û parastina hunera kurdî bû, ti carî ji rastiya xwe ya kurdbûn û parastina nirxên netewî kurdî dûrneketibû, herdem xwedî li nirxên wêje û çand û dîroka hunera resen a kurdî derketibû.
Em wek stafa Xelatê bi vê boneya xemgîn, serxweşî li tevahiya malbata hunermend Reşîd Sofî dikin û ji Xwedayê mezin daxwazkarin ku di beheşta xwe de nîştecih bike.
Xelat
