WARÊ MIN
Derdê dilê min giran e
Ne mirî, ne jî giyan e
Ezdayî me, kar giran e
Jiyan her barê giran e
Barê giran li ser milan
Bi koçemalî baz didan
Zordest li warê min diman
Min hewar digehand Yezdan
Kanê û ka ye warê min?
Kanê baxçe û baxê min?
Ketin ber talan çûn ji min!
Ax tev rûxandin warê min!
War ket destê hov û guran
Pel ji daran weşiyan
Çilmisin kulîlkên mêrgan
Min xêr nedî ji xweşiyan
Bêjin, kanê ew warê min?
Birakujê me pir dibin!
Ters nabin, bi şûra dibin
Çima nayên hewara min?
Ez Ezda me, kûda herim?
Wenda kirin rê w dirb li min
Kanê ew Kurdistana min?
Ew cih û warê bavê min!
Bê war mam, derb lê ketin
Bêxwedî man, şof pê ketin
Gur û rûvî pey min ketin
Nîne hedan û veketin
Ez Ezda me, wer ku bêjim
Bo Kurdistan xwîn dirêjim
Bo cangoriyan dibêjim
Xwîn rijand wek Firat bêjim
Lê min nedît ew Kurdistan?
Dilim bûye tûrê xeman
Sebr û aram hew min diman
Bûme evdalê dertûlan
Dibêjim û her dixwînin
Bilbil dûr e ji baxê min
Deng nema ku bikim qêrîn
Ka ye Kurdistan, dibêjin?
Êşa dilê min bê hal e
Ez ê bimrim ne li mal
Laşê min li Sîpan xal e
Ezda me, li wir helal e
Min re dibêjin, tu Ezda yî!
Çima ji Kurdistan mayî?
Erê birano tu ka yî?
Bo Kurdistan di xew mayî?
Helbest: Karîna Osêyan-Fransa
XELAT
