42emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Cizîrî

42emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Cizîrî

Hesen Cizîrî (Hesen Cezrawî) di sala 1917an de li Cizîrê ji dayîk bû. Ji ber rewşa xizaniya malbatê, koçî Zaxoyê kir û ji ber heman sedemî hîn di zarokatiya xwe de karên cuda kir.
Hesen Cizîrî pêşî li ba sifarekî şagirtî dike û di vê navberê de li gundên ku digere stranan dibêje. Ji ber zorî û zahmetiyên mercên jiyanê, hîn di 10 saliya wî de, ronahiya çavên Cizîrî kêm dibe û di nav çend salan de bi temamî vedimir, êdî nabîne.
Sala 1941î ji bo Cizîrî salekî grîng e, lewra di Radyoya Bexdayê de dest bi gotina stranên kurdî dike.
Hesen Cizîrî di sala 1961î de bi jineke bexdayî re dizewice û du keç û kurek ji wan re çê dibin. Cizîrî di sala 1976an de car din vedigere Zaxoyê û heya dawiya jiyana xwe li wir dimîne.
Hesen Cizîrî, bi dehan stranên mîna ‘’Kevokim’’, “Metran Îsa”, “Ez nexweşim”, “Nazliyê wey Nazliyê”, “Elîkê Betê”, “Evdal”, “Bilbilo”, “Koçerê”, “Bejna keçikê”, di nav hunera kurdî de xwe bêmirin dike.
Cizîrî bi dirêjahiya jiyana xwe nêzîkî 300 meqam û stran tomar kirine û hewl dide li ser hunera kurd tiştek zêde bike, lê tim bê xwedî ye û bêxwedî diçe ber dilovaniya Xweda, mîna gelek hunermendên kurd ên din. Hesen Cizîrî di 9/7/1983`an de di 66 saliya xwe de koça dawî kir û li Zaxoyê hat veşartin. Hesen Cizîrî li gel hemû kul, keser û xiyalên xwe ve ji vê cîhanê koç dike, lê bi dehan berhem li dûv xwe dihêle. 

XELAT