Lamara Mîrangî: Şêwekarî bûye karê jîyana min ê sereke

Lamara Mîrangî: Şêwekarî bûye karê jîyana min ê sereke

Hevpeyvînek taybet li gel hunermend Lamara Mîrangî

Lamara Mîrangî hunermenda Kurd bi tilî û pêçîyên xwe yên zêrîn ve gelek tabloyên bedew û xweşik û balkêş nexşe kirine û bûye yek ji hunermendên wênekêş yên navdar li Gurcistanê her weha gelek pêşangeh saz kirine û xelat bidest xistine. Rojnameya Xelat hevpeyvînek taybet li gel hunermenda hêja Lamara Mîrangî pêk aniye.

Mîrangî derbarê jiyana xwe de bi rêya Rojnameya Xelatê weha xwe bi gelê Kurd dide nasîn û dibêje, "Ez li bajarê Tibîlîsî paytexta Gurcistanê ji dayîk bûme û mezin bûme. Pêşîyên min ji Sînekê ji Herêma Serhedê ya Bakûra Kurdistanê ne. Salên cenga cihanî ya yekemîn, ji bo ji komkujiya tirka bifilitin, revîne Ermenistana îroyîn. Ji ber ku wan salan Ermenistan bi peneberan ve tijî bû û nangranî hebû, malbeta me ji wir jî bar dike û li komara Gurcistanê, bajarê Tibîlîsî bi cîh dibe. Bavê min, Xidirê Alo û dayka min, Xaylaza Qulî ji bera Mîrangî ne. Em sê zar bûn di wê malê de û heta niha jî hizkirineke ji dil me her sê zara bi hev re girê dide.

Lamara weha behsa zarokatiya xwe dike û dibêje; "Ez nikarim bêjim ku ez di malbatek hunermendîyê de mezin bûm. Ez di malbatek asayî de hatime dinê. Min di zarokatiyê de qet xêz nekir. Li dibistanê, heke hewce bû ku ez tiştek bikişînim, min berê xwe dida xwişka xwe. Bi taybetî min eciband, dema xwişka min boyax dikir. Ji min re xuya bû ku ez ti caran wek xwişka xêz bikim. Lê kûr di giyanê min de min dixwest ku wusa boyax bikim".

Lamara Zanîngeha Perwerdahî ya Tibîlîsê de, beşa kîmyayê dixwîne û bi diploma sor ve diqedîne. Her weha dibe pîsporê kîmyayê û demek mamostatîya kîmyayê dike. Lamara dibêje ku karê wê li dibistanê ne bi dilê wê nebûye, her çend wê ji zarokan hiz dikir jî, lê ji wî karî lezet ne didît.

Her weha di sala 2002an de, duyemîn dîploma xwendina bilind ya beşa grafîka kompîterî û anîmasyonê werdigre.

Li ser pirsa Xelatê ku, hunera şêwekariyê çawa destpê kir û çima ev huner hilbijart û çi bandora xwe li we kir û kengî we dest bi vê hunerê kir ?

Lamara weha aniye ziman û gotiye:

Huner sala 2001 ê kete nav jîyana min, gava min dest bi karê grafîka kompûtêrê kir. Ji bo mezinbûna pîşeyî, min hewce kir ku qanûnên xêzkirinê bizanim.

Ji ber vê yekê min dest bi wênekêşiyê kir. Berhemên min ên yekem portreyên malbat, heval û xizmên min bûn. Ez nikarim bêjim ku ji bo min rêyek hêsan bû.

Gava min rind çêdikir min hîs dikir ku jiyana min a pêşerojê bi afirîneriyê ve girêdayî ye.

Ji sala 2005 an min dest bi karê şêwekarîyê kir, di destpêkê de min akvarêl bi kar danîn. Lê niha şêwekarî bûye karê jîyana min ê sereke. Ez di karê xwe de rengên rûnî, avî û komirê bi kar tînim. Hunerê min ê bingehîn portrêt in, ji ber ku ez mirovan û jîyanê gelekî hiz dikim. Rû, gîyanê mirov ji min re herî balkêşe û ya herî giring e. Mirov û jiyan min ruhdar dike.

 Xelat ji Lamara dipirse ku çima di tabloyên xwe de zêdetir giringî daye jin û zarokan?

Ez ji xêzkirina zarok û jinan bi rastî hez dikim. Bi taybetî mijara zarok, jin û hemû sivîlên ku di serdema me de bûne mexdûrên şeran bi fikar im.

Jin jiyanê dide me, lê şer wê ji dest dide û bê guman, di vê rewşê de, ew jixwe ne tenê jin, dê û xwişk e, lê di heman demê de şervanek e ku pêşeroja zarokên xwe biparêze! Jin sembola evînê û bedewiyê ye û zarok pêşeroja me ne.

 Derbarê çalakî û xebatên wê di warê pêşangehan de ku diyare di nava civaka Gurcistanê de eleqeyek mezin heye. Lamar got; Ez di tabloyên xwe de cewhera neteweya xwe, jiyan û kevneşopiyên wan radigihînim. Dîmenên ku hûn  tabloyan min de dibînin di jiyana nûjen de nayên dîtin. Min jî gelek tişt nedîtine, lê ez van hemûyan ji dapîrên xwe dizanim. Ez wisa difikirim ku tabloyên min dihêlin ku em bêtir li ser jiyana miletê me zanibin.

Helbet pêşangeheke van berheman dihêle ku gel bi jiyan, çand û kevneşopiyên gelê Kurd re bide naskirin.

 Li ser pirsekê ku gelo ew hunermendên Kurdistanê jî dişopînin ku çalakiyên hunerî bi taybetî li bajarê Silêmaniyê gelek çalakî tên kirin?.

Lamara Mîrangî weha bersiv dide û dibêje: Mixabin ez gelek wenekêşa nas nakim, lê yên ku ez nas dikim, ez hunerê wan dişopînim: Berhemên hunermendên Tara Khalil, Hawkar Riskin, Azad Hemê, Lukman Ahmad min ra gelek balkeşin.

Ez dixwazim tabloyen hunermendên kurd  bibînim û helbet berhemên xwe jî nîşan bidim pêşberî miletê xwe. Huner hêzeke mezin e, em dikarin bi hev re tevkariyên bikêr ji bo pêşxistina çanda xwe bikin. Huner her û her lazim e, ji bo piçuk û mezinan.

Derbarê xebata Rojnameya Xelat a bi Kurmancî jî hunermend Lamara got: Ji min re şabûneke mezin bû ku min we naskir. Hûn ji bo gelê xwe karekî mezin dikin. Hûn me xurt dikin, hûn me dikin yek.

Ez ji dil spas û pêzanîna xwe ji tevahiya tîmê malperê û rojnameya Xelat re radigihînim. Ez ji tevahiya tîmê we re serkeftin û serfiraziyê dixwazim!.

 XELAT