SEBEB TU YÎ

SEBEB TU YÎ

Helbestvan: Ayhan Demir

 

 

Çavêm mîna heba tirya

Ne dinhêrî zindî mirya

Bi roj bi şev xwîn digirya

Aşbûna min sebeb tu yî

Nexweş im lê ez namirim

Dil şewat im, dil agir im

Reng û rûçik diqehirim

Reşbûna min sebeb tu yî

Cerg û kezeb bikim pola

Xwe berdim nav deşt û çola

Ku dûr kevim j’gulan gul a

Şaşbûna min sebeb tu yî

Min keştand ew dar û gopal

Bûme xortê bîst û sîh sal

Rabûye derd û nale-nal

Başbûna min sebeb tu yî

Mîna Ferad xweş dikişim

Aşiqê gula binevş im

Wek keskesor dinexişim

Geşbûna min sebeb tu yî

Bûme bilbil guling û baz

Bext û miraz bilûr û saz

Kilam miqam sewt û awaz

Coşbûna min sebeb tu yî

Min da serhev derd û birîn

Bûme sewda eşq û evîn

Berê tehl bûm niha şirîn

Xweşbûna min sebeb tu yî

Ayhan Demir

23.02.2025 Kantonspital/Chur

Ez wê helbestê dîyarî mamosta dilovan, dayîka Hinar dikim.

Rojbûna te bi dil û can pîroz dikim. Ji dayîka xwe ra emrêkî dirêj, tenduristî dixwezim û destê te radimûsim.

 

XELAT