MIN DIVÎ BES EW NEHAT

MIN DIVÎ BES EW NEHAT

Helberstvan: Abdurrahim İnanç

MIN DIVÎ BES EW NEHAT

Failatun failatun

Dêm ji rengê sêvê Exlat

Nûr veda mindî ji jor hat    

Dil ji bonê bûye mir’at

Min divî bes  ew nehat

Dêm hinarim bûye wenda

Serwera xob û lewenda

Pey geram bajar û gunda

Min divî bes ew nehat

Wê dilê min kirye rêş e

Derdê hicranê bi êş e

Yê nedîtî ma diêş e?

Mî divî bes ew nehat     

Bûme sewda çendî sal im

Wek guyîna her dinalim

Bilbilek dûrgul  bi hal im

Min divî bes ew nehat     

Esmera kember li nêvê

Dêm bi sêvê günce lêvê   

Ronî  da wê şibhê hêvê

Min divî bes ew nehat  

J’Hesreta yar dil keîb im

Hem li warê xwû xerîb im

Hem ‘elîl û  bê tebîb im

Min divî bes ew nehat

Bes bikin mehrûm ji dînê

Carekê xweş kin birînê

Beste kin cûbarê xwînê

Min divî bes ew nehat

Ez dikim hêvî gula min

Rojekê rakî kula min    

Desteyek  sorgul bida min

Rabe “Miftî roj  hilat  

          30/8/2025  Cizîr

XELAT