Newroz û Zemawenda
Helbest: Mahîn F Şêxanî
Newroz û zemawenda
Li her Şar û her gunda
Xortino rabin dîlanê
Iro cejna me kurda
Gav bi gava li erdêxin
Agirê newrozê vêxin
Çepk û sema jêr lêxin
Tîrêjê hêvî yê berne da
Rojek cenge yek dîlane
yek şere û yek seyrane
Şev çiqas dirêj û dûr be
tîrêjê sibê bawer bik ,wê li dû be
Pêşmerge , parêzvanin
Rextê wan ser milê wanin
Sûnda wan bi kurdistanin
Sinor bi canê xwe , wan Av da
Mizkînî... bidin hesinkar
Yê roxandî erşê xwîn xwar
Dost nasdikin tevlî neyar
Ew kiye ,Kawa yê vê dema nuh da
XELAT