MAME NAV AH Û ENÎNAN
Helbestvan: Baqî Berûkî
Mame nav ah û enînan, lewra dikim zarezar
Li benda dîlberê mam, vaye dîsa hate bihar.
Agirê firqetê sohtim, min nema sebr û tebat
Şev û roj bo te dinalim, ey dîlbera zerguhar.
Ey tebîba canê min, were xweşke birînê min
Sond dixwim Qesemê, tîre te ye dilda çûye xar.
Wekî şemalê pêketim, hinavim tev bûn agir
Bi qurban bim were sarke, agirê vî dilê jar.
Ger min hezar can hebin, dê rojekî wê bin fena
jixwe ez mirîme, ger nebînim wê cana kubar
Hal û ehwalê xwe beyankim,têrê nakin kitêb
"Baqî" hema beske, lewra şerha te nabit dîyar.
Sêrt.
XELAT