Semînerek ji bo hunermendê navdar Nasir Rezazî hat lidarxistin

Semînerek ji bo hunermendê navdar Nasir Rezazî hat lidarxistin

 Îro roja şemiyê 16/8/2025 bi amadebûna berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî û hêjmarek ji nivîskar û hunermendên navdar, rewşenbîr û rojnamevanan li salona Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê semînerek ji bo hunermendê Şoreşê û kurdayetiyê yê navdar (Nasir Rezazî) hat lidar xistin.

Semîner bi navûnîşana (Rola hunerê di jiyana siyasî, hunerê stran û dengbêjiyê di serdema xebata li çiyayan û wek nimûne) birêveçû. Nasir Rezazî di semînerê de behsa rola hunerê di serderma şoreşê de kir bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê de û her weha giringiya hunerê di serdema niha de jî kir bo xizmeta doza gelê kurdistanê yê rewa heta gihêştina serkeftinê.

Nasir Rezazî, di 21ê hezîrana 1955an de li parêzgeha Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Ew yek ji mezintirîn û navdartirîn stranbêj û helbestvanên kurd e ku bi giş zaravayên kurdî stranan xwendiye û li her çar parçeyên Kurdistanê stran û goranî gotine. Rezazî di sala 1968`an di temenê 14 saliyê çûye ser dîkê û strana yekem di radyoya bajarê Sine de gotiye û heya niha berdewame.

Nasir Rezazî di wê semînerê de aşkire kir ku heya niha 600 stran hene û 50 stran jî ji bo belav kirinê amade ne lê ji ber nebûna sponseran nekariye wan belav bike.

Hunermend Nasir Rezazî ev nêzîkî 60 salaye di biwarê huner û stranan de xizmet dike, lê heya niha nikare ji xwe re bêje hunermend bi gotina wî bi xwe.

XELAT/ Foto: Heme Omer