BÛKA WELAT
Helbestvan: Siltana Memê
Dûrim ji te, ax Welato,
Bese bigrî, dilşewato,
Rengê çev û biryê melûl,
Te ez kuştim, warê zelûl.
Were bibe, min mala xwe,
Min bike bûk, dîlana xwe,
Evîndarim gelek salan,
Hestê hêjar, neke talan.
Qesra xelqê, bê hulm sare,
Jîyan hebse, gurê hare,
Sewda şîrîn, awaz saze,
Eşqa dilêm, girî-gaze.
Ax delalo, rewşa haybet,
Hevdu ra em, nebûn malbet,
Te hez dikim, Welatê merd,
Çima bûyî, min kul û derd.
Têr nebûm ji rez û çerez,
Jarê hovek, me bû merez,
Beko xwekir postê beraz,
Lewma ez tu, man bê miraz.
Hesret bo te, min pîroze,
Çevnihêrî agir, doze,
Kerba dilî, gula sûret,
Bê te dinê, dikim nefret.
16.11.2024s
XELAT