Awazên Tembûreke Birîndar
Helbestvan: Merwan Berekat
Di devê birînên min de, bêdengî stranên êşan dilorîne. Giyanê min jî bi birîna welêt re dinale.
Di pencereya valahiyê re
Di cama rojên mijgirtî re
Pêjna xwe ya windayî carinan dibînim
Ez hîn heme
Ez hîn li vir im
Hîn bêhna axê hevala sibehên min e
Hîn hebûna min zilek jiyan e
Ez hîn nebûme weşeka şikestinê
Ez hîn dikarim gurzek ken diyarî zarokan bikim
Ez hîn dikarim xwe wek xwe bibînim
Giriyê vê axê
Keserên van daran
Banga rêyên ku diçin gundên bêzar
Hawara kaniyên ku ji bêhna biyaniyan digirîn
Çîroka şevên ku ji azarên pîrejinan vediciniqin
Serpêhatiyên kalemêran bi xuha erdê re
Ez wan dikim helbestên zeytûnistanî
Dem
Û dem jî dike awaz
Davêje ser têlên tembûreke birîndar.
Efrîn: 07. 11. 2024
XELAT