VEJÎNA HÊVÎYAN
Helbestvan: Leyla Reşo
Berbangê, !!
mûmên bendewariyê pêxe
Ez li hêviya
hetavê me
Da ku,
tîpên xwe
pê ronî bikim
Her kêlî
ez li hêviya
vejandinekê me
da ku
Gulîzarên xwe
av bidim
Hey berbangê !!
xweziya te karîba
Hinekî ji dûrbûnê
Kurt bikra
Heta bêrîkirin
winda biba
Xweziya min
peyala hestên xwe
Li bin dara çamê
dagirtiba
li bin wê
qehweya spîdê
vexwariba
bangên xemgînîyê
ji nava
kevalên bajarên min
Tên
Va ez li vir im
Tu tişt
dilê min hay nake
Ez mîna
kurtemuzîke xemgînî
ji awazên şeştarê der dibim
Di hundirê wê de
ahîna xwe
vedişêrin
Tiliyên min
li ser awazên nêrgizan
Bi nazadarî
dilerizin
Bîna gotinan
bi dilînî
jinava werzên baxçevanan
difûrin...
XELAT