ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ
Helbestvan: Seyrana Celad
Çarşema sore serê Nîsane,
Civaka Ezda rabin dîlane,
Dilşad, bextewar bi eşq û kene,
Bigrin govenda kevnar girane.
Bikin dua bi hêvî gumane,
Êş û azarên dewr û zemane,
Êdî bikewe li me Êzdyane,
Bê koka deîş û qeşmerane.
Xwîna me Arî kişya çemane,
Bê sûc dikujin hezar salane,
Lûbîna xwîşka tê ji sûkane,
Bûn para agir û alavane.
Me firotin bê wijdan erzane,
Xwestin kok birkin gelê resane,
Pê keda me bûn xwedyê milkane,
Em bûn nobedar li ser rêyane.
Hêjî wek feqîr di nav kampane,
Ber xwe didin bo nanê rojane,
Ne xema dunya û serwêrane,
Warê pîroz girt dû û dûxane.
Dînê xwe nadin em dîndarane,
Nabin bindestî bo neyarane,
Êzdîk bimîne li nav cîhane,
Wê bê dengê qewl,beyt hol-holane.
Rabin Êzdîno hêka sor bikin,
Hub û hezkirin hevra mor bikin,
Banga cejina me li dev-dor bikin,
Dua dirozge Rebê jor bikin.
Keça Arî ji qewmê Êzdane,
Dike dua bo gelê Resane.
16.04.2025s.
XELAT
