Tirvîtik?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Tirvîtik?
Tirsim ji wê tirvîtikê
Gewra bedew hem rindikê
Ket male ew pir xweşikê
Demsale çûn winda dikê
Demsale çûn hat guh derîn
Xemxare tev kir bênderîn
Cêca me reş kir yekserîn
Merxur bû qey ket hindirîn
Tofek ji malbatan dimir
Zengil ji mişk hat hildikir
Piska xewar dev qîç dikir
Mişkê reben xemsar dikir
Hilkir ji hinda da ziman
Pil kir ji kokan da eman
Tev çûn ji binda bê xeman
Hawar li wan kurdên yeman
Naxaze dil wê zane bûn
Daxaz e wa kir pêşveçûn
Hingî me man ew xan hebûn
Bes bikne qîr wer dewre çûn
05/08/2024-Serzorî
---------------------------
Dil bû xela?
Qutbû nefes
Minde du kes
Da nebe şer
Bikme mebes
Bikme hicet
Sêr û rûmet
Bikme himet
Bidne rehet
Dane sefer
Xisme beşer
Nave ekber
Talde li ber
Taye qemer
Baye peder
Qame li qam
Nabe qeder
Kare bi sam
Qet neçe dam
Şûnde dimam
Xweşke selam
Coşke evîn
Wek tu bixwîn
Rewşe bibîn
Mate di jîn
Mate kela
Tev bû bela
Qale wela
Kete xela
03/08/2024-Serzorî
XELAT