KELA MIN RABÛ      

KELA MIN RABÛ      

Helbestvan: Seyrana Celad

 

 

Dilêm wêran vala bû,

Hêsir li çevan mêvan,

Ruh da xezab xela bû.

Der-dor bûye cemede,

Zulf nabîne Şamede,

Bendewarin dem-sale,

Ku bext li wan pencvede.

Dunya girtye terîstan,

Sur û seqem, zivistan,

Bi destê hov-neyaran,

Radbe bayê qumistan.

“Emir çawa sehneye,

Lîstikvan ser bendeye”

Hene cûrê şanoger,

Dilîzin piş perdeye.

Fermandar ew qedere,

Carna nûr û nedere,

Lêyî, lêmişt, tofane,

Çar pê nakin tû dere.

Yazî ji me vegere,

Neke bahoz-bagere,

Rast bizvirîne çelxê,

Tu qurbanî negere.

Xêrê nebînî felek,

Dadidî çevên belek,

Dadgerek pir xayînî,

Neke qêmîş li melek.

Guhdarkin dengê vînê,

Binirxînin evînê,

Cîhanê da em mêvan,

Gere tehl nekin jînê.

XELAT