Ger dixwazî min binasî!
Nivîskar û Helbestvan: Shahîn Bekirê Soreklî
Ger dixwazî min binasî yarê
berê binase rehên dara pêşîyên min
da bibînî çemê ruhê min ji ku dest pê kirîye
da bizanî zimanê dapîrên min çiqa rengîn bûye.
Were xwe berde nav rûbarên dilê min
da rast werî li tevn û teşîyên daya min.
De were yarê têkeve nav tamarên hişên min
da raber te ‘kim baxçeyên çanda milletê xwe
tê de bêhn bikî bêhna pûng û kulîlkên çola welatê min.
Were li konê bihara êla me bibe mêvan
da bi me re bixwî ji firo û çortanê koçeran
û ger bixwazî bibînî çelengtirîn jinan û bergên wan
were binihêre li bejn û bala bêrîvanên dema zarotiya min.
Êvareke payîzê were serîlêdana şûna bederên me
bi me re têkeve nav lîztika hîvlotikê
û roja din biçe dîtina kerîyên me
temaşe ke li kevirkanîyên şivanên me.
De were min binase ka kî me yarê
ji kîjan destana gelêrî ya gelê xwe der bûme
û ger te rast nasîm tu dê ji bîra janê jî avê vexwî
da bizanî em û janê ji ku ta ku bi hev re mane
û ger tu rast yar î tu dê bi me re kevçîyek jan vexwî.
(02/2021)
*********************
Rûyê Te
Rûyê te li ber çavan e
Dilê min bo te liyan e
Jiyana min bûbû tarî
Lê min tu dîtî roj xewane.
Bi dîtina rûyê te ra
Şev nema êdî ma tarî
Serma zivistanê koç kir
Li şûna berfê gul dibarîn.
Te reşbînî b’dawî hanî
E’zmanê şeva min rohn kir
Ketim nav xewnên rengîn
Te siberoj bo min geş kir.
Wax çelengê dem çi zû çû
Min hew dît tu wendayî j’çavan
Wek sêwîyê b’tenê mabe giriyam
Çavên min li te digeriyan.
++++++++++++++
Yê di Wênya Nû de Nema Ez im
Tu di nav mijê demê de wenda dibîye
lê girêdana bi te de û hêvîyên çilmisî ji bîr naçin
Şeva çûyî min dîsa tu di xewnê de dîtî
dû ji agirê nav tilîyên te radibû
Te wêneyek dişewitand ya min bû.
Ez ê yeke din ji te re bişînim
lê yê tê de dê ne ezê te dinasî be
Yê te dinasî bi wê wêneya berê re şewitî.
(06/2021)
XELAT