DEMA SEHER...
Helbest: Mehmet Emin Aslan
Bi lez û bez hûn derkevin dîlanê
Hemi gulan komkin li baxçeyê jîyanê
Bila şalul û bilbil bixwînin li ser dara şilanê
Bila zerî xeml û xêzê xwe hildin derên birc û eywanê
Bila dema seher tav li lalezerê çêke şemalê
Zerbazî meşkin gulistanê bi husn û cemalê
Ji meşa wan şepala hûn bigirin eql û kemalê
Ger nabînin carek mêzebikin bi çavê xeyalê
Ew şepala çi zor xweşik û nazik û pak e
Şox û şenge 'esilzade û çeleng û çak e
Qelen bahaye tekoşîn û jîyana min qîmê nake
Ma nizanî arê evînê ji bo evîndaran helak e
Bayê seher lêdida li zulfên nazika dîlber
Zulf û temelî reqsê dikin li ser xalên di qer
Şalil û bilbilan çenk vedane ker bi ker
Sed car jîyane ji bo evîndaren awira dilber
Her du kezî hunayî bûn wek Dîcle û Firat
Serê li ber tirêjnê tavê bû wek sîpan û xelat
Neqş û xetên ji qudretê li xal û xetan zor dihat
Dilê te mala xwedabû bo li evîndaran tu bûyî celat?
Bi nîyazim tovek biçînim li parêza dilê te
Ku tov şînbe bigihije firîka xwe
Keştîyê deryayan bikevin xizmeta te
Da tu bibî xwedyê hebûna aram û ewle
Jîyana te dibe aram bi liv û lepat
Reng dide xemla te tav ji lûtika ararat
Çilkek ji tûka devê xwe bike derya a felat
Ewroj 'îde ne xeme bibim qurban li ber kêra celat..
14 /12 /2023
XELAT