SURRA ŞEVÊ

SURRA ŞEVÊ

Helbestvan: Silt'ana Memê

  

Surra şevê r'a, neye xewna min,

Stêrkên zîv neke, birqa cejna min,

Kirasê sipî, nexwaz ji hîvê,

Xemla bûkanî, nayê bejna min.

 

Qesra xewna da, min neke gazî,

Ji te dûrim ez, tu ne bûy r'azî,

Navbera me da, zeman bûn zinar,

Qedera me bû, ne bû ew yazî.

 

Min ner'evîne p'er'ê şevê da,

Me t'une cîh-war, nûra tévê da,

K'ewê sibê ye, dest ji min berde,

Min bihêl t'enê, r'engê hîvê da.

 

Bîrya xwe bavêj, dêm-dîdan fener,

Êdî ji te r'a nadim nûr, neder,

Xeyd min neniheŕ, nebêje "sebeb,

Kul û birînî, ser dil êş, k'eder"

 

28.03.2024s

 

XELAT