ÇAWA BÎR BIKIM !       

ÇAWA BÎR BIKIM !       

Helbestvan: Seyrana Celad

 

Çawa bîr bikim evîna bê sînor?

Ku nişkêva asoyê dil da deqimî, bû mor...

Çawa bîr bikim hebûna te,

Ku min bi te, xwe nûva dîtye, nirxandye,

Jîyana te va jîyanê diafrînim,

Û li hewirdor gulistan çêdkim...

Çawa bîr bikim ew dengê zîze nermîn,

Ku min heşyar kir ji xewa kibîr,

Bi sewta bilbil, awazê şîrîn,

Qesra dilê min xemilî rengîn.

Çawa bîr bikim ew tilyê mûmîne mîmar,

Ku melhem dike dilê sotî, hejar,

Hiljenye ruhê kavil û wêran,

Dîsa bendewar mam rengê baharan.

Çawa bîr bikim ew hestên nazik,

Ku veşartî bûn cerg dikir kizik,

Bê payîn penc veda ça roja nedîr,

Herikî ji min xet, hevok û lîr.

Çawa bîr bikim ew hîsên pîroz,

Ku himberî wan heye sond, qirar û soz,

Her çiqas jî rabe ba-bahoz,

Dest xwe bernadim ev rêbaz û doz.

Çawa bîr bikim roja nav-nîşan,

Ku te hilbijart kesûka perîşan,

Emirê bê weta, bi rengê qimitî,

Dîsa jîn sitand volqan pirpitî.

Çawa bîr bikim ew bayê Şimal,

Dil da kir vizzîn, gurr, lê kerr û lal,

Deng veda ruh da wek senfonya Mosart,

Nêrîn, felsefe ber bi jîn guhart.

Çawa bîr bikim wan xewn, xeyalan,

Ku nav da dijîm dehan salan,

Bûyî qinyat û bask, hêvî û guman,

Difirim bi hêz ber perê ezman.

Tu jî bîr neke kenê min xweşik,

Seba te mor e ser dêmê nazik,

Hubra pênûsî, lehengê helbest,

Tevî mûsa yê ketim çol û best.

Disêwirînim bo huba te yar,

Di nav meclîsê wek aşiqeke har,

Didim pesnê bejin-bala çinar,

Cîhan bi giştî bû min ra guhdar.

Ger bîr bikî zemanê borî,

Maçê hingivîn ser lêvên mijmijk, dîdanê horî,

Bisene ber neynik, mêzeke çevên xwe belek,

Binhêre li wir define melek.

Ger bi nûva çêkî nexş, nîgarê tevn,

Bîr bîne û qiseke ji bo evîna kevn...

Ger min windakî ji dunya ronik,

Bîr nekî tû car kenê naz, xweşik...

Nikarim bîrkim emirê me borî,

Bawarim tû jî bê min nikarî...

 

XELAT