KANIYA SPÎ
Helbest: Karîna Osêyan
Di navbera du sînoran de
Li ber ava Kaniya Spî
Rûniştî me, li benda te me
Dereng nemîne ez gune me
Kaniya zelal dixulxule
Egîd, mêrxas av vedixwin
Zembîlfiroş di wir derbaz bû
Bi text û taca xwe şa bû
Berbi wê ava Kaniya Spî
Melûl melûl rûniştî me
Tiroş nakim av jê vexwim
Dil û hinav hêsan bikim
Were tu dereng nemîne
Hilde qurçek avê bîne
Li ser dilê min bireşîne
Hêsan bike derd û birîn e
Gava tu bêyî ba min
Bi şabûna dîtina min
Ez ê dil ji singê derxim
Li ber lingên te raxim
Li navbera du sînoran
Li ber ava Kaniya Spî
Ez ê soz û peyman bidim
Ku bibim taca serê te.
Xelat
