Merasîma Salvegera Damezrandina Amadeyiya Hesekê
Îro roja pêncşemê 22/01/2026 li bajarê Silêmaniyê merasîmek ji bo damezrandina dibîstana amadeyî ya Hesekê û di heman demê de ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.
Merasîm bi amadebûna şandeyeke Encumena Penaberên Rojava – Sûriyê bi serokatiya mamosta Hozan Efrînî û rêvebira perwerdeya Rojhilat a bajarê Silêmaniyê (Roza Şêx Reûf) û mamoste û xwendekarên amadeyiya Hesekê birêveçû.
Di wê merasîme de Hozan Efrînî serokê encumenê gotarek pêşkêş kir û têde bal kişande ser giringiya damezrandina amadeyiya Hesekê ji bo xwendekarên penaber ên li bajarê Silêmaniyê û dewrûberê wê, her weha spasiya taybet ji bo rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê û rêveberiya perwerdeya Rojhilatê Silêmaniyê kir û bi taybetî rêvebira amadeyiya Hesekê xatun (Daliya Mistefa) ku karekî mezin pêşkêş kir ji bo serxistina amadeyiyê.
Di dawiya axaftina xwe de Hozan Efrînî serkeftin ji bo hemû xwendekarên penaber ên Rojavayê Kurdistanê re xwest.
Piştî gotarê şanda Encumenê mertalek destxweşî û spasdarî pêşkêşî rêvebira amadeyiya Hesekê û mamostayên dibistanê kir û ji aliyê xwe ve Daliya xan û mamostayên dibistanê spasî û kêfxweşiya xwe ji xebatên encumena penaberan a Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Di wê merasîmê de gelek çalakiyên hunerî yên ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û sirûdên neteweî û şano ji aliyê xwendekaran ve hatine pêşkêş kirin.








XELAT
