DAYÊ, BÊHNA SÊVA TÊ
Helbest: Siltana Memê
Dayê, bêhna sêva tê vê baharê,
Terî dibe, şewq-şemala, adarê.
Dayê, jîyan diçe ma wa xemgîne?
Xewa kibîr, li çev min bû şîrîne.
Dayê, Welat, çikil-Buhişt, Cinete,
Ax, dimirim, hê jî dijmin minete!
Dayê, ezê herim warê Axretê,
Bikim dua, edil neçe hesretê.
Dayê, li ser xaka xwe ez, girtîme,
Piştî emir, Şehîdim ne kuştîme.
Dayê canê, nebarîne hêsira,
Ez qederim, ranekişîn kesera.
Dayê, wê bê dema dil û xatira,
Biratîyê li hev bike nifira.
Dayê, kurê guran nabin bav, bira,
Dilê wan da, tuneye xof û çira.
18.03.2026s.
Xelat
