Hevpeyvînek bi şanogerê Kurd ji Gurcistanê "Bînbaşê Axê" re
Şanogerê Kurd (Bînbaşê Axê) ji welatê xerîbiyê û li dûrî axa bav û kalên xwe hîna hesreta Kurdistanê ye, Bînbaşê Axê ji Sekoya Kurmancî re behsa jiyana xwe û xebatên xwe yên hunerî bi taybet (Şanogerî) dike li welatê Ermenistan û Gurcistanê.
Derbarê kurtejiyana xwe de şanoger (Bînbaşê Axê) tine ziman ku; ew di 20`ê mijdara 1964`an de li Ermenistanê li navçeya Têlînê gundê (Karakêrtê) hatiye dunyayê. Dibîstana navendî li gund xwendiye piştre çûye bajarê Gumriyê (Lênînakan) li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983`an de bi gilaşê mijûl bûye. Her weha yekem bûye li ser asta welatên Sovyeta Berê û ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ya berê ve weke “Hostê Gilaşê” hatiye xelat kirin di mijdara 1984an de.
Bînbaşê Axê dibêje; min di salên 1983-1985`an de eskeriya Yekitiya Sovyetê kiriye piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê kir.
Bînbaşê Axê dibêje; sala 1985 ez derbasî Gurcistanê bûme, hema wê salê da şanogerîya min despê dibe...tev şanoya kurdî, ...wekî huner xwe pêş bixim, pêra jî ez diçûm şanoya Ermenîya li Tiblîsê.
Sala 1985 hetanî sala 1990 şanoya kurdî ya gelerî bi derhênerê Kurd Mirazê Ûzo re. sala 1990-1994 şanoya kurdî Satîra-Yûmora ya bi navê (Cegerxwîn) bi serokatîya derhênerê Kurd (rêjîsor) Şalîkoyê Miraz Bêkes. Her weha di sala 1994 hetanî 1996 li Moskova şanoya kurdî bi derhêner (rêjîsor) Arsên Polato hunerê xwe pêşķêş kiriye...
Bînbaşê Axê piştra jî vegerîyaye Tiblîsê hetanî vê gavê jî li Tiblîsê paytexta Gurcistanê dimîne û di cejin û pîrozbahiyan de hunera xwe pêşķêş dike.
Bînbaşê Axê bal kişand ser wê yekê jî ku, Yekitiya Sovyetê hilweşiya şanoya kurdî jî pêre hilweşiya û weha dibêje; gelek şanoyên me di festivalan de dihate listin, xelat distend. Lê îro tenê bîranîn man. Piştî 1994an li Tibilîsê şanoya kurdî nema.
Sekoya Kurmancî