Vepû li min wê xeyalê?
Helbestvan: Hasan Kordede
Ji wê hisnê wê cemalê
Tu keremke were malê
Maçek bide ji gerdenê
Vexum lêvan yek biyalê..
Vexum camek ji şerbetê
Bişkîne dil ji mihnetê
Da bigirim tarîqetê
Vepû li min wê xeyalê..
Vepû li min nûjen bike
Dilê kalo xweş ken bike
Nişka ji sîng hilçen bike
Ta ji bîr nekim wê salê..
Ta'j bîr nekim wan demên xweş
Wê suhbetê kirim serxweş
Xweş kevok û gula min geş
Kengê werî dil bê halê..
Dil xeynî te nedît kesek
Wê çaxê got min hew besek
Min ji rêza girtî resek
Hew parêzim qîl û qalê..
Hew parêzim te di dilda
Çaxa ku hat çav di kilda
Binra dêman tev bi şilda
Guh bidêre nale nalê..
Guh bidêre vî bê çarî
Bi wî kenê xwey neyarî
Dinya bêy te sik û sarî
Biborîne wê gal galê..
Biborîne dewran li min
Vehewîne sewdan bi min
Hilweşîne kulan ji min
Da bighêjim serê salê..
Da bighêjim wê roja nû
Sal dibhûrin yek û didû
Wek hev nabin hîroj dihû
Sir û wicûd nûn û dalê..
Sir daketin vêra wêra
Sermiyan be şûr û kêra
Bila bimrim ez di pêra
Ji hev derxin am û xalê..
Ji hev derxin dost û dijmin
Hûn nexapin bi kenê bin
Serxweş nebin ji ser û bin
Da ku nebin wek mendalê..
Bese were nekî kenok
Şûna kulma daye sîvok
Ber ba nebe weka pîvok
Da wer nebin binê çalê..
23/2/2024-Serzorî
-----------------------------
Li min hêwirî?
Sîng û berê te yarê
Wekî xana çar derî
Kul û derdên evînê
Teva li min hêwirî..
Ew biskên tey alazî
Bi ser rûda şeh kirî
Dilê minî bexte reş
Ji bo te tim dimirî..
Çavê min li wê rêkê
Maliq mane bi girî
Halê min tev xirab kir
Carek li mi nanerî..
Mam li bendî bê bextê
Jiyan bi min reş kirî
Sed kesere li dûv man
Ku ji dest min çû firî..
Derî girtî min li dil
Ji nişka te vekirî
Bi wan çavê xweyî kil
Reha jînê hilkirî..
Bûm argûnê koçeran
Arû têda temirî
Ketme şopa dîlberê
Jiyan bi min gemirî..
Kengê ew yara werê
Soze bi min xweş kirî
Bila vejîn bête dil
Sed afat bên derî..
Qirim qotik tê werbê
Yê ku ew roj bîr kirî
Wekî heyva li çardeh
Şeva reş rohnî kirî..
Bi ser min kev tu carek
Tofana li nûh kirî
Bila bidî ber xwe min
Wek meya bin av kirî..
Zimanê te şêrîne
Va mi nû xwe fêr kirî
Ez wîna tew bernadim
Ta nebêt şîn û girî..
19/02/2024-Serzorî
-------------------------------------
Zerzûl û bilbil?
Zerzûl hate nav gula
Wî sehkir deng bilbila
Dît ku çi xweş awazin
Qîrîn û deng sazin..
Her kesê lê guhdar kê
Wê vîna gulê rakê
Biryar da fêr bî ziman
Da ku deng biçe ezman..
Firî hate gel bilbil
Silav lê da wî ji dil
Got:min fêrkî vî ziman
Ta vîn bigrim ji gulan..
Bilbil gotê de başe
Biryara te pir xweşe
Divêt l'virbî heyvekê
Ta fêr bibî peyvekê..
Zerzûl ma di gel wî da
Fêr bûna zimanî da
Heyvek borî zû diçû
Zerzûl tembel ma li dû..
Got bimîne mehek din
Ewjî borî wek ya bin
Meha sisê ew jî çû
Lê zerzûl hîn paşda bû..
Vegerî hat kor poşman
Deste vala bê ziman
Zimanê xwe ji bîr kir
Yê bilbil jê ranekir..
Hat û xwe dayê bêje
Ji xeynî vîje vîje
Balinde tev hê ziman
Zerzûl tenê bê ziman..
Kurdo nebin wek zerzûl
Ger dixwazî bijî qûl
Her kes bi zimanê xwe
Vedgere ser koka xwe..
Çîroka mi'j wera xweş
Şeva we bimîne geş
Ezim bêçarê kurdim
Bo ziman b'kul û derdim..
21/02/2024-Serzorî
XELAT