Hevdîtina Zivistan û Payîzê

Hevdîtina Zivistan û Payîzê

Helbestvan: Karînê Osêyan

 

 

Hevdîtina Zivistan û Payîzê

Îro Zivistan û Payîz li rastî hev hatin.

Hinekî bi dest hev meşiyan, sohbet kirin.

Payîzê got: - Heyf e, wextê çûyînê ye,

Zivistan jî got: - Hinekî jî bi min re bimîne.

Mirov bê guman, me fêm nekin,

Bi her awayî hevdîtins me rexne dikin,

Ew dixwazin ku tav û rehetî her hebin

Seqem û serma berfê qebûl nakin

Ev ditirsin ku ez ê her tiştî tevlihev bikim,

Barê giran, li ser milê wan zêda bikim.

Haya wan ji bedewiya bakur tune ye

Stêrkên li ser çiyayê binê berfê rûniştî nayê

-Zivistana delal, tu xema neke

Di nav eşqa xwe de duniya ava ke

Çi jî hebe mafê her demsalî heye

Wextê min derbasbû, dema padîşahiya te ye

-Bi xatirê te, Zivistan mehên belekiya berfê

Bihara nazdar re rû bi rû bibî, silavê bide.

Xem neke, bêzar nebe, karên xwe berdewam ke

Vê di salekê de vê demê hevdîtina me be.

Payîz wenda bû, mîna xewneke çîroka

Zivistanê hişt, xemgîn bê heval û hevoka.

-Bi xatirê te, Payîza kubar, naxş û rengîn

Bi xêr Hara! Ez ê jî dest bi karên xwe kim

Di destpêkê de ew tirsiya çokên wê dihejiyan

Vizinya ew bir bajar, çiya û baniyan

Hemû herema bi berfê spîçîl bû.

Û her êvarê bandora wê zêde bû...

 

1/12/2024 Fransa

XELAT