Silêmanî: Semînerek rêzgirtinê li Mihemed Emîn Pênciwînî

Silêmanî: Semînerek rêzgirtinê li Mihemed Emîn Pênciwînî

Roja yekşemê 14/9/2025 bi amadebûna bijardeyek ji nivîskar û rewşenbîr û helbestvan û rojnamevan, Yekîtiya Nivîskarên Kurd  - Şaxê Silêmaniyê, semînereke rêzgirtinê ji bo nivîskar û helbestvan û ronakbîrê kurd rêzdar Mihemed Emîn Pênciwînî organîze kir.

 Di wê semînerê de Mihemed Emîn Pênciwînî behsa ezmûna xwe ya helbestê û berhema xwe ya dawî kir û her weha bi kurtasî behsa xebata xwe digel rewanşad Mam Celal Talebanî ya ji bo aştiyê û çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve jî stafa kovara Xelatê ku ji her yek li sernivîser Hozan Efrînî û cîgirê sernivîser Dawûd Çîçek beşdarî semînerê bûn û spasî û destxweşiya xwe li rêzdar Mihemed Emîn Pênciwînî kirin û çavê wan bi hejmarek kesayetiyên tekoşer û xebatkarên nîştiman wek Helo Pênciwînî û mamosta Mihemed Osman keft.

XELAT