Silêmanî: 2 penaberên Rojavayê jiyan ji dest dan

Silêmanî: 2 penaberên Rojavayê jiyan ji dest dan

Îro roja yekşemê 31-3-2024 li bajarê Silêmaniyê di projeya Deru ya taxa Qulereysî de, 2 karkerên penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber ketina ji qatên 20ê jiyana xwe ji dest dane.

Her weha di wê barê de, jêdereke agahdar ji bijîşka dadweriya Silêmaniyê ji Xelatê re ragihand ku, vê sibê termê 2 kesên bi regez Sûrî ku li projeyeke bînasaziyê de kar dikirin û ji ser avahiya 20 qatî ketibûn xwarê jiyan ji dest dane û niha li navenda bijîşka dadweriyê ne.

Di heman babetê de, Roşîn Serêkanî ji Xelatê re ragihand ku, ew herdu kesên penaber kurd in û ji devera Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ne. Lê me hîn agahiyên giştî li ser wan bi dest nexistine û emê di dawiyê de agahiyên nû ji we re bidin ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku sala çûyî di heman projeyê de 4 ciwanên din ên penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê jiyan ji dest dane.

Ew avahiya ku herdû karker jê ketine xwarê û jiyan ji dest dane

XELAT