"YNK li dijî sînordarkirina azadî û binpêkirina mafên rojnamevanaye"

 "YNK li dijî sînordarkirina azadî û binpêkirina mafên rojnamevanaye"

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) salvegera rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevan û mîdyakarên Kurdistanê pîroz dike û dibêje: "YNK`ê baweriya temam bi azadî û karê rojnamevaniyê û mafê bidestanîna zanyariyê heye."

Bafil Celal Talebanî got jî: YNK`ê bi hemû awayî li dijî sînordarkirina sînorên azadî û binpêkirina mafên rojnamevanan radiweste û bi gefek cidî li ser demokrasî û wêneyê Herêma Kurdistanê di nava civaka navdewletî de dizane, ku mixabin di dema borî de herêma me ji ber çend rewşên bi wî awayî rûbirûyê rexneyên tund bûye.

Serokê YNK`ê tekez li wê yekê jî dike ku, bi hemû awayî ew palpişt û piştevanê rojnamevanan bûne û jîngeheke azad afirandine û dibêje: Em bi rexneyan mezin dibin û li xwe vedigerin û di pêşerojê de jî bi heman awayî dê berdewam bin û parêzerê mafê rojnamevanan dibîn.

 

XELAT