Alîkariya Kenal 8ê gihîşte Kobanî
Li gorî nûçeyeke kenalê 8ê ya kurdî ku îro 17 tirileyên barhilgir ên xwerakê yên ku ji aliyê Kenala 8ê ve hatibûn şandin, bi aramî gihîştin Kobanî.
Di wê bare de, welatiyekî xelkê Kobanî ji Xelatê re ragihand ku îro bêhtir ji 17 kamyonên barhilgir ên kenala 8ê bi riya rêxistina Mezopotamiyayê derbasî hundirî Kobaniyê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêncemîn hefteye ku Kobanî ji aliyê artêşa Sûriye ve hatiye dorpêçkirin û nahêlin ti alîkarî derbasî nav bajarê Kobanî bibin.
Xelat
