Mekteba ragihandinê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser kirin

Mekteba ragihandinê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser kirin

Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya YNK`ê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser hemahengiya di warê ragihandinê de gotûbêj kirin.

Îro roja duşemê bi mebesta pîrozkirina cejna qurbanê û hemahengiya medyayî, Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Stran Ebdulah) li gel şandeke mektebê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Silêmaniyê kirin.

Di rûniştineke dostane de Nûnera Rêveberiya Xweser (Evîn Siwêd) û her yek ji endamên nûnertiyê (Fethula Husênî û Zehiye Al Reşî) bi germî xêrhatina şanda Mekteba Ragihandinê kirin û soza hevkarî û karê hevbeş di ware medyayî de dan.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bê alî nêzîkî hemû aliyên Kurdistanî dibe û siyaseta netewî di xizmeta gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê esas digre. Her weha yekrêziya Kurdî armanca sereke ya YNK`ê ye wek siyaseta destegul ya Serok Mam Celal.

Sekoya Kurmancî