"Serbilindin ku aştiya Mam Celal bîngeha wê danîbû îro tê bicîhanîn "
Duh roja Înê 11/7/2025 li parêzgeha Silêmaniyê buyereke dîrokî pêkhat ku Silêmanî buye bi hêlan û sembola aştî û aramiyê.
Çavên hemû cîhan û herêmên rojhilata navîn û Kurdistan li Şikefta Cesneyê ya Sûrdaşê li nêzîk Dukanê li parêzgeha Silêmaniyê bû.
Di heman demê de, şerê 47 salan ya di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de li wê derê hate rawestandin û proseya Serok Mam Celal ya 1993`anê hate bicihkirin.
Di wê barê de, Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî jî peyameke taybet weşand ku bi vê rengî li xwarê ye:
"Çekdanîna endamên PKK’ê li parêzgeha Silêmaniyê gaveke dîrokî ye ber bi destpêkirina qonaxeke nû li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya diyalog û aştiyê.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi temamî bawer dike ku xwînrijandinê dê pirsgirêkê kûrtir bike û niha dem hatiye ku çek bêdeng bibin û biçin ser maseya danûstandinan da ku mafên rewa yên hemû aliyan werin bidest xistin.
Em hewlên xwe ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê didomînin û di heman demê de serbilindin ku aştiya ku Serok Mam Celal Talebanî bingeha wê danîbû îro tê bicîhanîn.
Em hêvî dikin, ev gav bibe destpêka qonaxeke nû di normalîzekirina têkiliyên navbera aliyan de û bandoreke rasterast li ser xurtkirina aramiyê li Herêma Kurdistanê bike. "
Bafel Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
XELAT
