Zanîngeha Silêmanî di gelek waran de li Êraqê yekemîn e

Zanîngeha Silêmanî di gelek waran de li Êraqê yekemîn e

Zanîngeha Silêmaniyê yekem zanîngeh e li Êraqê di warên endazyarî, zanistên fizîkî, pizîşkî û tenduristiyê de.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê, di rêzbenda qadên xwendinê ya 2025’an de – ku ji aliyê Enstîtuya Xwendina Bilind a Times (THE) ve hatiye encamdan, ji 2092 zanîngehên ku li cîhanê hatine rêzkirin, Zanîngeha Silêmaniyê encamên baş bi dest xistine.

Di warên endazyarî, zanistên fizîkî, pizîşkî û tenduristiyê de, zanîngeha Silêmaniyê di nava hemû zanîngehên Êraqê de di rêza yekemîn de ye.

Di pêkanîna nirxandinê de, Enstîtuya Times heman pîvanên wekî Rêzkirinên Zanîngehên Cîhanê bikar anîn, ku ji babertên jêrîn tê de hene.

 -Jingeha Fêrbûnê

-Hejmar û navûdengê lêkolînan

-Veguhestina Zanyariyan

-Navdewletîbûn

 

XELAT