Wezîrê Rewşenbîrî sardana peymangeha Rojhilatnasî ya Rûsyayê kir

Wezîrê Rewşenbîrî sardana peymangeha Rojhilatnasî ya Rûsyayê kir

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Heme Heme Seîd ragihand, her şandeke Kurdî were Mosko eger serdana peymangeha rojhilatnasiyê ya Rûsyayê neke wê demê ew serdan kêm dimîne.

Di wê serdana xwe ya ji bo Mosko de Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê her yek li serokê înstûtiya rojhilatnasiyê rêzdar (Elêkbêrov Elîkbêr Kelabîkovîç) û serokê sektora kurdnasiyê rêzdar (Kîrîl Vêrtyayêv) û seroka navenda kulturî ya rojhilat (Lana Mecîdovne Revendayî Fedayî) ve hate pêşwazî kirin.

Heme Heme Seîd, di berdewamiya axaftina xwe de got; Em wek Herêma Kurdistanê bi çavê rêz û hurmetê li xizmetkirina arşîv û kultur û ferheng û dîroka Kurd û Kurdistanê ji aliyê peymangehê ve dinêrin û hewlên ji bo parastina belge û tomarkirina dîrokî ya ferheng û kultura Kurdî cihê şanaziyê ye li cem me.

Diyar jî kir ku, ew hewlên kurdnasê navdar (Lazarêv) bilind dinirxînin ku xizmetek mezin bi jiyana çandî û kulturî û ferhengî û dîroka Kurd kiriye.

Li beramber de Serokê peymangehê ragihand ku ew bi şanazî îro mêvandariya şanda we ya Kurd dikin û di demên borî de jî me projeyên newaze di biwarê ferheng û rewşenbîrî û kultura Kurdî de encam daye.

XELAT