Li Parlemana Ewropayê jî banga parastina kurdan destpê kir

Li Parlemana Ewropayê jî banga parastina kurdan destpê kir

Parlemana Ewropayê yê jî, di derbarê Sûriye û kurdan de, rûniştineke taybet li dar xist.

 Piraniya parlementerên jin cilên kevneşopî yên Kurdî li xwe kirin û dirûşma 'jin jiyan azadî' digotin.

Piraniya wan jinan piştîvaniyên xwe ji bo doza kurdî û ji bo parastina jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê dengên xwe bilind kirin û daxwaza xwedîderketin li kurdên Rojavayê Kuridstanê kirin.

Her weha di wê bare de, çavdêrên siyasî wiha dibêjin: Ev pêngav gelek watedar e ku di parlemana Ewropayê de kareke wiha bê kirin û doza kurd û parastina destkeftên kurdan bi fermi bête rojevê.

Ji aliyekî din ve jî li Parlamena Brîtanyayê daxwaza parastina Kurdên Rojava kirin û zêdetirî 70 parlamenter, lord û kesayetiyan nameyek ji Wezîra Derve ya Brîtanya Yvette Cooper re şandin û daxwaza parastina Rojava kirin û gotin ku welatê wan deyndarê jin û mêrên Kurd e ku bi salan e li dijî terorîzma DAIŞê şer kirine û di vê serdema dijwar de berdewamkirin bersiva herî kêm ya ji bo vegerandina vê deynê ye.

Xelat