ROJAVA- Rewşa Şer li Rojavayê Kurdistanê

Rojnamevan û şîrovekarê ramyarî Dawûd Çîçek, roja Çarşemê 21/01/2026 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Rewşa şer û êrîşên artêşa Erebî ya Sûriyê û komên çekdar ên ser bi Şamê li ser herêma Hesekê û Kobanê hate gotûbêj kirin.

Di wê derbarê de Dawûd Çîçek bal kişand ser rêkeftina Parîsê ya di navbera Îsraîl û hikûmeta demkî ya Şamê bi navbeynkariya Amnerîka û diyar kir pişît wê rêkeftinê êrîşên li ser kurdan li Rojavayê Kurdistanê hatin destpê kirin û helwesta Amerîkayê li hemberî Kurdan hate guhertin û pişta xwe da gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT