ROJAVA- Armancên Amerîka li Sûriye

Siyasetmedar û Akademisyen Dr. Welîd Şêxo, roja yekşemê 28/09/2025 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê armancên Amerîka li Sûriye hat gotûbêj kirin, her weha derbarê beşdarbûna serokê demkî yê Sûriyê bo civîna giştî ya Neteweyên Yekbuyî, Dr. Welîd Şêxo ragihand ku ew serdan nayê wateya desthilata niha ya Sûriyê şerî`yet bi dest xistiye ji ber du armancên Sûriyê hebûn ku yek rakirina sizayan bûye û ya duyem jî rêkeftina ligel Îsraîlê bûye di herduyan de jî serkeftî nebûye.

Her weha Dr. Welîda Şêxo da zanîn ku paştirîn çareserî li Sûriyê sîstema konfîdralî ye ku dive hemû pêkhateyên Sûriyê xwe bi xwe rêvebibin û bi sîstemeke konfîdralî pêkve di Sûriyê de bijîn.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT