Rêvan Hesen: Mirovê ku zimanê xwe nîne, dîroka xwe jî nîn e
Ji ber boneya Roja Zimanê Kurdî ku roja destpêkirina xwendin û nivîs bi tîpên latînî ji aliyê ronakbîrê mezin ê kurd Celadet Elî Bedirxan Begê ve me bi baş zanî ku hevpeyvîneke taybet bi xwendekareke zanîngeha Efrînê ya ku bi zimanê Kurdî di sala 2015`an de hatibû vekirin re ji malpera Xelatê pêkbînin tako em ji nêzîk ve rewşa ziamnê kurdî li Efrîn û Şahba`yê nas bikin û rewşa dawî ya wan 50 hezar xwendekarên Efrînê ku piştî dagîrkirina herêma Efrînê çi bi ser wan hat û çarenivîsa wan çi ye û çawa dibin, me çend pirsyar arasteya xwendekarê zanîngeha Efrînê Rêvan Mihemed Mistefa Hesen kir û wê jî wiha bersiv da;
Rojnameya XELAT: Hûn ji bo roja zimanê kurdî çi dibêjin û çi wateya wê ji bo mirovê kurd heye ku hûn piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve û bi wajo û piştgiriya navneteweyî ku di demekê de hûn xwendekarên zanîngeha Efrînê a kurdî bûn.?
Rêvan Hesen;
Mirovê ku zimanê xwe heye, dîroka xwe jî heye.. Mirovê ku zimanê xwe nîne, dîroka xwe jî nîn e..
Her çiqas civak hebin her civakek bi ziman û çanda xwe tê nasîn. Ziman girîngtirîn amûra danûstandinê ye.
Çawa ku her netewek bi zimanê xwe yê fermî tê nasîn, herwiha netewa kurd jî bi zimanê xwe yê kurdî tê nasîn, zimanê kurdî jî yek ji zimanên Hind û Ewropî ye, ku dîroka xwe digihêje hezar salan. Kurdî zimaneke ku di dijwartirîn astengî re derbas bûye ye.
Çawa ku dewletên stemkar û zordest nehêştine ku Kurdistan bibe dewlet û serbixwe, heman tişt li ser zimanê kurdî jî meşndin e.
Zimanê kurdî di gelek azar û qonaxan re derbas bûye bêyî ku tu destek jê re hebin. Hêdî hêdî ev ziman kete qonaxên nû, di 15 Gulana sala 1932'yan de bi pêşengtiya Mîr Celadet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyê Şamê kovara Hawarê dest bi weşana xwe kir û di riya xwe de pir serkeftinên mezin bi dest xistin û roleke pir girîng jî lîst, ji ber wê yekê ye ku 15 gulanê wek roja ji dayîkbûna zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Piştî vekirina zanîngeha Efrînê, xwendekarên zanîngehê bi bîr û ramanên xwe tevlî hemû beşan bibûn, beşa herî zêde ku xwendekar tevlî dibûnê jî beşa ziman û wêjeya kurdî bû, gelekî pêşketin di alî xwendevanan de çêbibû, asta pêşketina zimên gelekî li pêş bû.
Rojnameya XELAT: Rewşa Xwendevanên zimanê kurdî yên Efrînî niha li Şahba û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê çawa ye..?
Rêvan Hesen;
Piştî dagirkirina Efrînê ji alî dewleta Tirk û çeteyên wê ve û ketina bi hezaran hêzên nijadperest ji bajêr re, xwendekarên ku berê di zanîngehê de xwe nas dikirin hinek ji wan bûn penaber û hinek jî derdê radestkirinê kete para wan.
Rastî gelek zehmetiyan hatin. Her wiha hejmarek ji wan berê xwe dan zanîngeha rojava ya Qamişlo û hinek jî li Şehbayê bê xwendin man.
Rojnameya XELAT: Li Efrînê beriya dagîrkirin û piştî dagîrkirin gelo rewşa zimanê kurdî çawa ye.?
Rêvan Hesen;
Beriya dagirkirna herêma Efrînê rewşa zimanê kurdî gelek li pêş bû, her wiha zimanê kurdî zimanekî fermî bû di dibistan, zanîngeh û peymangehan de.
Piştî dagirkirina herêmê bê exlaqî, bê mirovî û paşketin bûn tiştê herî bi serwer di bajêr de, zanîngeh û pir dibistanên din bûn cihên leşkerî, paşketina civakê bi awayekî pir mezin xuya bû. Her wiha zimanê kurdî car din hate çewisandin û qedexekirin, zimanê tirkî niha li wir serwer e.
Eger mirovên me yên di Efrînê de mane li heberî zimanê xwe şer nekin û xwedî lê dernekevin wê bi hezar salên din zimanekî kurdî bi fermî di dibistanan de nebînin.
Rojnameya XELAT: Pirsyar; Nameya te ji rewşenbîr û xwendekarên kurd re derbarê parastina zimanê kurdî çi ye.?
Rêvan Hesen;
Banga her kurdekî ye ku rewşenbîr û zimanzanên me tucarî dev ji pêşketina zimanê xwe yê kurdî bernedin, wek ku Mîr Celadet Alî Bedirxan jî gotiye yekbûna gel bi yekbûna ziman dest pêdike.
Rojnameya XELAT: Nameya te ji bo Rêxistina UNESCO û civata navneteweyî û hevpeymana navneteweyî li diî terorê ku niha li beşeke mezin Rojava xwedî role çi ye.. Her weha ji bo vegerandina Efrînê ji xelkên wê re ku ji vê rewşa nelibar rizgar bibin ku bêhtir ji 50 hezar xwendekar ji xwendina xwe bê beş bûne.?
Rêvan Hesen;
Her wiha banga me ji rêxistinên navnetewî re jî ew e ku Efrîn di demeke pir kurt de vegere yê Efrîniyan û xwendekarên wê jî car din vegerin zanîngeh û dibistanên xwe.
Hevpeyvîn: Hozan Efrînî
XELAT