Balyoz Dr. Mihemed Sabir: Pêwendiyên Mam Celal Bi Hemû Parçeyên Kurdistanê re Hebû

Balyoz Dr. Mihemed Sabir: Pêwendiyên Mam Celal Bi Hemû Parçeyên Kurdistanê re Hebû

"Piştî Mam Celal Pozîsyona Kurd Gelekî Lawaz Bûye, di Serdema Rewanşad Mam Celal De Her Tişt Hebû"

 

Balyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Serok Celal Talebanî,  di hevpeyvîneke taybet de ligel kovara `Mawda Polîtîk`, behsa gelek aliyên jiyan û kesayetiya Serok Mam Celal Talebanî û helwest û bandora wî li ser proseya siyasî û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê dike.

Derbarê pêwendiya Serok Mam Celal ligel xebatên parçeyên din ên Kurdistanê de, balyoz Dr. Mihemed Sabir dibêje: “Mam Celal têkiliya xwe bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê û serkirdeyên wan re çêkiribû".

Balyoz Dr. Mihemed Sabir weha dibêje:

 Di sala 1961`an de dema Şoreşa Îlonê destpê kir Serok Mam Celal hat Silêmaniyê. Ez zarok bûm, ew hat ber deriyê serayê, wî gotarek pêşkêş kir; cara yekem bû ku min Serok Mam Celal didît, gotarê bandorek mezin li ser min çêkir.

Ji wê demê û pê de hêdî hêdî ez tevlî PDKê û rêxistina xwendekaran bûm. Dema ez berpirsê xwendekaran bûm, min Serok Mam Celal bi wê yekê didît. Piştî parçebûna di sala 1964 de, Di 12’ê Sibatê de dema polîtburoya PDK’ê li şikefta Malûmayê bû, me li Çoxmaxê kongreya sendîkaya xwendekaran pêk anî.

Diviyabû me di meha Remezanê de konferansa xwendekaran li dar bixista da ku hikûmet ferq neke ji ber ku qerebalix çêdibe.

 Wê demê me du barên erzaqan amade kiribûn û ez û şehîd (Ehmed Heme Kerîm Mohendis) em çûn mekteba siyasî. Konferans hat lidarxistin û birêz Newşîrwan Mistefa jî li wir bû. Konferansa Mawat hat lidarxistin û Mela Mistefa di wê konferansê hate cemidandin. Wê demê Serok Mam Celal li devera Qeredaxê berpirsê Hêza Rizgarî bû. Birûskeyekî bi navûbang a Mela Mistefa hebû, du caran dibêje, “Celalê dîn were ba min"  serok Mam winda bû li Silêmaniyê. ji vir şûnde min ew roj bi roj baştir nas kir. Dema ez diçûm Bexdayê min her hefte serok Mam Celal didît.

"Mam Celal dengekî wî yê pir bi şiyan, şêwazekî qanîkirinê hebû"

Bi piranî Mamoste (Îbrahîm Ehmed) serperiştiya baskê mekteba siyasî ya PDK`ê dikir, lê ji ber ku Serok Mam Celal xwedî hêza leşkerî bû û gelek çalak bû, ew bask bi "Celalî" dihat naskirin.

Belê, serok Mam Celal pir cuda bû, dengekî wî yê pir bi şiyan, şêwazekî qanîkirinê hebû, di her warî de pir jîr bû, em pir heyranê wî bûn. Ew axaftinzan bû, pir çalak bû, pir rewşenbîr û di lûtkeyê de bû... Tiştên wî digotin mîna Quranê diketin mêjiyê min, tevî ku ez bi xwe jî mirovekî dîndar bûm.

Ew ji temenê xwe pir mezintir bû. Mamoste Îbrahîm jî wisa bû, tu çiqasî bi wî re rûniştiba, tu têr nedibû ji axaftinên wî ,ji hevalên xwe pir cuda bûn. Mam Celal di pileya yekem û Mamoste Îbrahîm di pileya duyemîn de.

Dema ez li Bexdayê bûm ew jî li wir bû. Piştî salên 1964 û 1965an ez li wir xwendekar bûm, di rêxistinê de dixebitim.

Ger me her hefte hevdu nedîta, me dê her meh hevdu bidîta. Derfeta min çêbû ku ez Mamoste Îbrahîm bibînim û dem bi dem li gel wî rûdiniştim.

Li wir navenda kovara Rizgarî hebû, em li wir rûdiniştin û Mam Celal dihat û bi me re diaxivî. Tevî pile û post, em hemû wek hev bûn, têkiliya me ya manewî hebû, em heval bûn... Rojek beriya 11ê Adarê em êvarê rûniştin û Serok Mam Celal axivî. Got; "Danûstandinên di navbera Mela Mistefa û hikûmeta Êraqê de têk çûn û bi ser neketin," wî got. “Şanda Êraq bê encam ji cem Mela Mistefa vegeriyane. Awat Ebdulxefûr û Necmeddîn Ezîz (kak Salar) pê re bûn.

 Em bi şev bi hev re bûn, sibeha 11ê Adarê, me nan xwar û em çûn cem Mam Celal li Bekreço , Mam Celal li wir axivî û got: “Eve belgeyeke dîrokî ye divê em piştgîrî bikin, destkefteke mezine…."

Mam Celal behsa gelek tiştan kir û piştre got: “Ev rêkeftine dewam nake, Mela Mistefa û hikûmet jî wê cîbicî nakin û bi ser nakevin, lê em piştevaniya wê dikin û dê ji dîrokê re bimîne."

Piştre bi rêya Faxir Mêrgasûrî re ku Mela Mistefa ew kuşt, peyamek ji Serok Mam Celal re hat ku Mela Mistefa dibêje em lihev rûnin û vê yekê çareser bikin, lê wê demê Mam Celal çûbû derve.

"Mam Celal... Li ku derê bû, bandoreke wî ya mezin hebû"

Kongre hat lidarxistin PDK`ê (baskê beşdar li Bexdayê li Kolana Filistînê) ji bo biryardana ka em çi bikin, em jî wek nûnerên Silêmaniyê siyaseta partiyê bi dilê me nebû. Me xwest em partiyeke pêşkeftî a din ava bikin û xebata siyasî bikin.

 Yan jî me Komale hebûn û zêdetir bala xwe dayê û kir partiyeke pêşverû. Dema mijar hat ser wê yekê ku divê kî di partiyê de hebe, Mehmûd Mela Ezet û hejmareke din di wê baweriyê de bûn ku nabe endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî tê de cih bigirin.

Ev nêrîna Mehmûd Mela Ezet û komek kesên din bû. Digotin kes nikare bi du gotinan me razî bike, lê ez ê ji bo xatirê dîrokê bibêjim; Rêzdar Newşîrwan Mistefa got ku; divê Mam Celal jî tê de be.

Mela Mistefa beriya ku Mam Celal biçe derveyî welat, mercek hebû ku hinek endamên Mekteba Siyasî herin û li gel wî rûnin, ji wan mamosta Îbrahîm Ehmed, Omer Debabe, Mam Celal û Elî Askerî.

Piştî wê Mam Celal bi hinceta nexweşketina Hêro Xanê çû derveyî welat.

Mam Celal... Li ku derê bû, bandoreke wî ya mezin hebû. Bi taybetî bi Hafiz El-Esed, Lîbya û Filistîniyan re têkiliyên wî yên baş hebûn, ji wan re dinivîsand û wan alîkarî dikir. Ew gelekî nêzîkî (Corc Hebeş û Nayîf Hewatme) bû û ligel Qahîreyê re têkiliyên baş bi Sadat re hebûn.

 

"Mam Celal destpêker û rêberê şoreşa nû ye, Mam Celal nebûya şoreş nedibû"

Piştî aşbetalê YNK`ê hate avakirin û Mam Celal di avakirina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de roleke sereke lîst. Dema aşbetal hate kirin dîtina Mam Celal ewbû ku aşbetal neyê kirin, Hafiz Esed û Sadat ji Mam Celal re gotibûn aşbetalî nekin, emê alîkariya we bikin. Mam Celal wî demî nameyek ji Mela Mistefa re nivîsand, ew name da dest Hîro Xanê û ew şand Îranê, Hîro Xanê ew name da destê mamosta Îbrahîm Ehmed, wî jî ew name bir cem Mela Mistefa, lê Mela Mistefa biryara xwe dabû.

Dema nameyê dixwîne Mela Mistefa dibêje (Îbrahîm temam, ez ji biryara xwe poşman nabim), Îdrîs wê demê li wir dibe , Îdrîs dibêje “Em vê nameyê cidî bigirin û aşbetalê nekin”, lê Mela Mistefa dibêje ku wî biryara xwe daye.

Wê demê Mam Celal rolek mezin lîst û hewl da ku bi hevalên xwe re YNK`ê ava bike, her çend xelk bêhêvî bûn, lê Mam Celal hêviya xwe ji nû ve ava kir.

Mam Celal destpêker û rêberê şoreşa nû ye, Mam Celal nebûya şoreş nedibû, YNK`ê jî çênedibû , wî YNK`ê ava kir.

Di warê dîplomatîk de jî; Mam Celal opozîsyon kom kir. Mam Celal organîzatorê konferansa Beyrûtê bû, Mam Celal neba ne konferansa Beyrûtê û ne jî Konferansa Viyanayê pêk nedihat. Konferansa sêyemîn jî li Selahedîn û ya pêncan li Londonê bû, ez li gel wî bûm û Zilmay Xelîlzad jî nûnerê Amerîkayê di konferansa Londonê de bû.

"Dewleta serbixwe a Kurdî xewneke û divê em hewl bidin û pêk bînin"

Beriya pêvajoyê Mam Celal li Amerîkayê bû. Amerîkiyan digot artêşa pêncane li cîhanê ye. Lê Mam Celal ji wan re digot ku, artêşa Êraqê lawaze û wê zû hilweşe û yek heftiyê dirêj nake û wê Êraq biruxe, piştre jî wek gotina Mam Celal derket. Amerîkiyan difikirîn ku dê 40 hezar kes ji wan wê bên kuştin, lê gotinên Mam Celal ên li ser Êraqê hemû rast derketin.

Li ser pirsa gelo (Mam Celal) bawerî bi avakirina dewleta serbixwe a Kurdî hebû? Balyoz Mihemed Sabîr weha dibêje: Wî difikirî ku şert û merc ne guncaw e. ji min re digot; "Heme ew xewneke ku divê em pêk bînin, lê kengî dê pêk were girêdayî şert û mercên herêmê ye. Heta ku cîranên me (Îran, Êraq û Tirkiye) ev rejîm bin, em nikarin dewletekê ava bikin. Divê em hewl bidin ku sîstemeke federal ava bikin û veguherînek hebe".

Mam Celal digot; eger asîman li me bigirin, emê bifetisin. Ew xewnek e û divê em hewl bidin û pêk bînin, lê niha dema wê nîne.

 Mam Celal bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê û serokên wan re têkilî danîbû ku lîjneyeke Kurdistanî ava bikin û konferanseke biçûk lidar bixin wek wesîleya avakirina dewleta kurdî.

 Jêder: Saziya Serok Celal Talebanî

Ev hevpeyvîn di kovara Mewda Polîtîk hêjmara 2 de hatiye weşandinê

XELAT/ Ji Soranî bo Kurmancî: Dawûd Çîçek