Şêwekara destrengîn a Amûdê Semîre Îbrahîm

Şêwekara destrengîn a Amûdê Semîre Îbrahîm

Tabloyên Semîre Îbrahîm rastiya Rewşa Rojava dide nîşandan

Hunermenda Şêwekar a Amûdê Semîra Îbrahîm

 

Hunermenda ciwan a Kurd (Semîra Îbrahîm) ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye ku bi firçe û pênûsa xwe çend tabloyên wêneyan kişandiye.

Semîra Îbrahîm, di sala 2000 de li bajarê Amûdê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Koleja Hunerên Bedew li zanîngeha Şamê qedandiye û li wir hunera xwe ya hunerî pêş xistiye û teknîka xwe kûrtir kiriye û di karê xwe de qonaxên nû zêde kiriye.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnama Kurdistanî Nwê Semîre Îbrahîm got: “Ji zarokatiya xwe ve meraqa min bi wênesaziyê re hebûye. Ev huner bûye sedem ku ez di hûrguliyên hunerê de kûr bibim. “

Got jî; “Piraniya tabloyên min evîniye ji bo gelê Kurd, bi taybetî jî hin tabloyên girêdayî rewşa niha ya Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku ev çend sal in di rewşeke dijwar a siyasî, leşkerî û aborî de ne Beşek ji êş û azarên gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê zexta li ser keç û jinan e.

Semîra diyar kir ku, kurd li Rojava û Şengalê bi taybet keç û jin rastî gelek astengiyan tên û di nav derdoreke teng de tundiya navxweyî û dervayî keçên kurd di tabloyên min de xuya dike.

“Piraniya tabloyên ku ez xêz dikim, rewş û jiyana ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi giştî û jin û keç bi taybetî tê re derbas dibin nîşan dide.

Semîre Îbrahîm tekez jî kir û weha pêe çû; “Min heta niha zêdetirî 20 tabloyên cuda çêkirine û her tabloyek çîrokek taybet dihewîne.

Bi gotina Semîra wê li Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalên hunerî yên curbicur bûye û hewl dide zêdetir giringî û geşepêdanê bide karê xwe, da ku êş û azarên gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî di karê wê yê hunerî de zêdetir xuya bibe.

Semîra bi berhemên xwe hewl dide peyama xwe bigihîne gelê Kurd, ku piraniya wan neheqî û tundiya li dijî jin û keçan bi taybetî û gelê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî diyar dikin.

Semîra Îbrahîm di warê hişmendiya netewî û têkoşîna jinan de jî di warên ragihandinê yên cuda yên Rojavayê Kurdistanê de bi wê re hevpeyvîn hatine kirin û tabloyên xwe amade dike ji bo di demên bêde beşdariyê di festîvalên hunerî de bike..

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê