Lawê hunermend Bavê Selah mamosta Şêrzad mêvanê HORÎ ye

Xeleka vê carê ya bernama HORÎ li ser salvegera koça dawî ya hunermendê bi nav û bang yê Rojavayê Kurdistanê yê herêma Efrînê Ebdilrehman Omer ku bi (Bavê Selah) tê naskirin ku ji gundê Gorda ya ser bi bajarokê Cindirêsê ye.

Pêşkêşkarê Bernama HORÎ ya di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin (Hozan Efrînî) û Mamosta Şêrzad Efrînî lawê hunermenmd Bavê Selah kire mêvan, weha Bernama xwe destpê kir û got;  Bavê Selah li gundê (Gorda) tê dunyayê û mezin dibe, gundê Gorda gundekî çiyayî ye ku nêzîkî gundê Kora û Çobana û herdu gundên Miskê û Kefirsefrê ye,  gundekî gelek xweşike û bîra wê heye, Hozan Efrînî dibêje ku ew di 2013`an de ew bi xwe çûye ser wê bîrê û digel Bavê Selah rûniştiye û bi hevre çayê vexwarine û hevpevînek dirêj ligel Bavê Selah û tevî peyayên gund li ser hunera kurdî a resen a devera Efrînê û dîroka Kurd û Kurdistanê kirine .

Hozan Efrînî dibêje; Bavê Selah kesayetiyekî zana û naskirî û gelek jêhatî bûye, di wê demê de Bavê Selah tenê peyvên Kurdî yên resen di axaftina xwe de bikar dianî û eşq û evîna dilê wî ji jiyan û vejînê re çibû? Vejandina çand û hunera kurdî a resen bû di vê salvegerê de em rewanşandiyê ji mamostayê nemir Bavê Selah dixwazin. Niha jî li gel me lawê Bavê Selah kak (Şêrzad Efrînî) mêvanê bernameya Horî ye û ew jî hunermendek e û him nîgarkêş û hem jî mûzîkjen û stranbêje.

Hozan Efrînî bi xêrhatina mamosta Şêrzad kurê Bavê Selah kir û da zanîn ku Bavê Selah li bajarê Silêmaniyê tê naskirin û çend caran serdana Silêmaniyê kiribû dema rewanşad (Mam Celal Talebanî) û dade (Hêro Xan) ku bi taybetî hatibû bang kirin û gelek kilîp ji Bavê Selah re li kanala Kurdsatê hatibûn sazkirin û tomar kirin. Em dixwazin ji we jî guhdar bikin û Bavê Selah bidin nasîn.

Şêrzad Efrînî got; hemû kes bavê Selah dinasê lê ez dikarim tiştên taybet bêjim, Bavê Selah sala 1952 li gundê Gorda hatiye dunyayê ji destpêka jiyana xwe de dest bi karê hunerî kiriye. Him stran digotin û hem jî tembûr dijenî ji 12-13 saliya xwe de ve û çûye cem mam Adîk li gundê Kora ku nêzîkî gundê me bû, li wir fêrî tembûrê û stranên destanî dibû, piştre Bavê Selah çû bajarê Efrînê û tevlî tevgera siyasî a kurdî bû sala 1984 tevlî koma Armanc bû, dest bi hunerê kirin bi awayekî akademîk û gelek kilamên xwe di koma armanc de tomar kirin. Her weha sala 1988`an zêdetir hate naskirin piştî ku ew kasêtê destana (Derwêşê Evdî) tomar  kir û gelek hat belav kirin. Her weha piştî wê bi salekê kasêta xwe (Cebelî) û piştre jî dur 8-9 kasêtan tomar kirin û ji bilî wê jî kasêtek a zarokan jî tomar kir nîvê wan stranên floklorî bûn û nîvê din jî wî bi xwe çêkiribûn stranên zarokan him helbest û nivîsandin û him awaz nave komê jî lêkir (Perwane) û bavê Selah bi xwe serpereştî dikir.

Şêrzad dibêje: Dixwazim wê yekê jî bêjim ku Bavê Selah jiber stranên xwe gelek caran hatibû girtin û ketibû hepsê. Piraniya xwe stranên kurdî ên resen bûn ku kultura Kurdewarî diparêzin. Ji ber wê jî desthilatê gelek zor û zext didan ser Bavê Selah. 

Şêrzad da zanîn ku, Bavê Selah gelek stranên sivik û ên giran û yên floklorî ji dayîka xwe fêr bibû, Şêrzad dibêje; Dayîka bavê min (Gulîzar Yûsif) keça Îbramê Tirku bû ew jî dengbêjekî koçk û dîwana û şevbihurakan bûye ji gundê Çeqela ya Efrînê ye, bavê min neviyê Îbramê Tirku bûye gelek stranê sivik ji dayîka xwe fêrbû ku ev stran mirîbûn, lê Bavê Selah careke din derxistin holê û zindî kirin daku winda nebin. Her weha ew stran bavê min belav dikirin û didan hunermendan û komên hunerê û mûzîkê.

Hunermend Şêrzad Efrînî hêviya xwe anî ziman ku Bavê xwe gelek stran li kanala Kurdsatê li Silêmaniyê tomar kirine û wek arşîv hatin rakirin û daxwaz kir ku ew arşîv werin belav kirin ku gelek ji wan destanin daku ew stran nemirin. Diyar jî kir ku ew jî li gel bavê xwe hatibû bajarê Silêmaniyê û kanala Kurdsatê.

Derbarê kar û xebatên xwe de jî mamosta Şêrzad Efrînî eşkere kir û got: Min bi xwe hunerên ciwan xwendiye ku hinek li welêt xwendibû û li welatê Siwêdê xwendina xwe temam kiriye, beşê peykersaziyê xilas kir her weha dîkoratên hundirê xaniyan jî û wek mamostayê hunerê li Siwêdê kar kiriye li peymangehên bilind ên hunerî li ser fêrkirina şagirtan li ser peykarsaziya liser dar û heriyê.

Şêrzad dibêje; Piştî sala 2015`an jî dest bi karê wergêranê kiriye li kampên penaberan, pişt re jî bûye mamostayê zimanê Kurdî ya tîpên latînî ji 2016`an û vir ve. Hertim jî 80-90 şagirtên wê yên fêrbûna zimanê kurdî hene ji pola yekê heta pola 9`an dersên kurdî didim li dibîstanên hikûmetê.   

 

Têkst: Dawûd Çîçek

 

XELAT