HORÎ – Rewşa Rewşenbîrên kurd li Qazaxistanê

Helbestvan û Ronakbîrê Kurd (Se`dî Usiv) ji welatê Qazaxistanê roja şemiyê 13/9/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Helbestvanê kurd Se`dî Usiv ragihand ku, ew li Qazaxistanê dijîn û weku hemû miletên din li wî welatî mafê kurdan heye û nûnertiya wan jî di nava parlemana wî welatî de heye. Her weha mafê wan heye ku bi zimanê zikmakî ya kurdî jî bixwînin û fêr bibin.

Her weha diyar jî kir ku, pêwendiyên wan bi helbestvanên din ên Kurdistanê re hene û beşdarî festival û ahengên wêjeyî dibin. Da zanîn jî ku helbestên xwe hemû netewî û kurdewarî ne.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

XELAT