Firat Cewerî: Romana min `EZ Ê YEKÎ BIKUJIM` gihêşte Amerîkayê

Firat Cewerî: Romana min `EZ Ê YEKÎ BIKUJIM` gihêşte Amerîkayê

Romana nivîskar û romanivîsê Kurd (Firat Cewerî) a bi navûnîşana (EZ Ê YEKÎ BIKUJIM) li dinyayê digere.

Romana (EZ Ê YEKÎ BIKUJIM) heta niha bi pênc zimanan derketiye; kurdî-Tirkî-Swêdî-Îtalî -Farisî.

Firat Cewerî li ser rûpela xwe ya tora civakî (Facebookê) dibêje ku romana xwe a bi navê (EZÊ YEKÎ BIKUJIM) niha jî berê wê li Amerîka û Brezîlyayê ye.

 

EZ Ê YEKÎ BIKUJIM

FIRAT CEWERÎ

ROMAN

 ”Dawiya dawî, wî bi xemgînî biryar da û got; ez nexweş im, ez êş û azarê bi xwe didim kişandin, ez nizanim çi dikim…”

 Dostoyevskî, Sûc û Ceza

  

Gava ez sibehê zû, saet di şeş û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneke kabûsî şiyar bûm, laşê min giran bû; her derê min diêşiya û dijeniya. Betaniya tenik ya ku min bi xwe dakiribû ji ser textê min şemitîbû erdê. Bêyî betanî jî ez di xwêdanê de mabûm. Ew xwêdana ku hemû laşê min şil kiribû, hem bermaya xewna min, hem jî nîşana germbûna rojê bû.

Ez dibêjim xewna min; lê gava hê jî li ser textê xwe dirêjkirî me û di xwe re nabînim rabim, ez nizanim û ji hev dernaxim bê ya ku min dîtiye xewn e an xeyal e.

Tê bîra min ku ez bi şev gelek caran radibûm, ji nav nivînan bi dûr diketim, tevlî xirecirên bajêr dibûm, lê dema min çavên xwe vedikirin, min didît ku di nav nivînan de me û xwe diqulipînim vî alî û wî aliyî. Min di xewnê de tiştek dikir ku nikarim niha bi lêv bikim; dibe ne rast be. Kengî ji nav nivînan rabim, herim li çakêtê xwe binêrim, ez ê hingî fêhm bikim bê ew kirina min rast e an na. Ew jî nîşanek e. Ew nîşan jî du dilopên xwînê ne ku li binê bişkoka çakêt ya herî jor ketine, ber bi jêr ve herikîne, lê negihiştine bişkoka navîn.

Gava bi ser hişê xwe ve têm, an jî gava dîsa bi nermî xilmaş dibim, dengek dikeve guhên min, dengekî bi zingînî, ji min re dibêje; “Tu ê îro yekî bikujî”.

Ew deng pêşî lerzekê dixe laşê min, dû re min aram dike.

Heta niha wî dengî ji min re çi gotibe wilo bûye. Ew deng carina tê xewna min, carina dikeve xeyala min; lê piraniya caran di guhên min de dike zingînî. Ew ji min re dibêje bê wê çi bibe, ez ê çi bikim, ê çi bi serê min û xelkên der û dora min de bê. Tiştên kes nabînin, ez dibînim. Gava ew nabînin û ez dibînim, ew min ji xwe nahesibînin, ji min aciz dibin û dilê xwe ji min digirin. Ew dibêjin, nizanim ez çilo û çawa me. Hin dibêjin berî girtina min ez mirovekî din bûm. Lê dema ez di ber wan de hatim girtin, gelekan ji wan berê xwe ji min guherandin û ez terk kirim. Dev ji seredanê berdin, rojekê kesî ji min re du rêz nenivîsandin da dilê min di nava çar dîwarên sar de hinekî germ bibe.

Vê sibê, vê sibeha bêyom, wek kabûsekî xwe bera ser bedena min ya lawaz daye û min dixwe. Ez dikim nakim nikarim ji nav nivînan rabim. Tu dibêjî qey hinan ez xistime cirnekî û bi mîrkutan ez kuta me. Ji xwe mîna gurçikên çîmên min di devên kûçikan de bin, bêhawe dijenin. Xwezî îro qet ji nav nivînan ranebûma, min bikarîbûya bêrêtiya wî dengî bikira û îro kes nekuşta.

Lê ez radibim, li ser textê xwe ê nizim rûdinêm, herdu lingên xwe datînim erdê, destên xwe dispêrim text û çavên xwe li hundirê odê digerînim.

Ev ode, hem odeya min ya razanê ye, hem jî ya xebatê. Odeke biçûk e, lê têra min dike. Ji bilî textê razanê û maseyeke biçûk ku min li ber serê xwe daniye, du refên kitêban jî dîwarekî odê dagir kiriye. Li vê odeya min ya bêpencere, li milê derî ê rastê afîşeke Dalî ya saeta heliyayî bi dîwêr ve ye.

Ez demeke dirêj berê xwe didim wê tabloyê, ewqasî konsantre dibim ku xwe di hundirê tabloyê de dibînim. Ez hêdîka ji bin ve destê xwe dirêjî saeta heliyayî dikim, dixwazim wê hildim jor, lê destê min dişewite û tavilê destê xwe bi paş ve dikişînim. Gava li xwe hay dibim û li destê xwe ê rastê dinêrim, dibînim ku kêzikeke reş li ser pişta destê min veniştiye. Ez dikarim bi destê çepê li pişta destê xwe ê rastê bixim û kêzikê pê ve bikim nanik, lê nakim. Wê navêjim erdê û bi şimikê jî pê lê nakimê, lê hêdîka wê bera jêr didim û azad dihêlim.

Paşê bi giranî radibim û diçim serşokê, dest û ser çavên xwe dişom û tam dikim ji serşokê derkevim, li ber deriyê serşokê pêrgî diya xwe têm. Mîna ku diya min ne li bendê be ku ez ê wê saetê rabim, loma bi şaşmayî dipirse:

- Ma tu rabûyî, kurê min?

Ez di ber xwe de,

-Erê, yadê, dibêjim û bi cangiranî derbasî mitfaxê dibim.

Diya min jî dide dû min û tavilê çaydanê çayê datîne ser ocaxê. Ez xwe didim ser kursiyek maseya mitfaxê, herdu enîşkên xwe datînim ser maseya ku pakêta min ya marlboro digel xwelîdankeke vala li ser in û serê xwe dixim nav kefên destên xwe. Diya min, ya ku êdî pîr bûye, hê jî mîna ku zaroka wê ya biçûk bim, bi min re dide û distîne.

Ez berî bi du rojan ketim çil û du saliya xwe, lê hê jî gava ew bangî min dike, navê min hilnade, ji min re dibêje: ”kurê min”, ”lawikê min”, ”çelengê diya xwe”.

Ne ku ez ji van navan hez nakim, lê êdî mezin bûme û dixwazim ew carina bi navê min ”Temo” jî bangî min bike.

Gava ew ji sarincê zeytûn, rîçal, rûn û penîr bi dorê derdixe û datîne ser masê, ew dîsa ne bi navê min, lê navdêrekî ji wan navdêran bi lêv dike:

– Ma ez hêkan ji lawikê xwe re biqelînim?

- Na! dibêjim.

Ew gotina ”na” bi hêrs ji devê min derdikeve. Loma diya min, nanê sominî û kêra nên di dest de û weha li ser lingan bi ecêbmayî di ser stûyê xwe re dizîvire û li min dinêre. Dû re laşê xwe ê wek textikekî dizîvirîne, hê jî kêra nên û nan di dest de ye, awirên xwe bera çavên min dide û dibêje:

- Xêr e, kurê min, tu vê sibê bêkêf xuya dikî?

Mîna ku sibehên din pir bi kêf bim? Rast e, diviyabû bi kêf bûma. Ez di ber armanca xwe de panzdeh salan girtî mabûm, digel ku îşkenceyeke giran li min bûbû jî, min li ber xwe dabû û sir nedabû, niha jî gihîştibûm azadiya xwe. Lê misqala nîşana gihîştina azadiyê di xetên rûyê min de xuya nake. Çavên min, ên ku roniya wan kêm bûne, di girrika melûliyê de fetisîne, tu şopa şewqa jiyanê di wan de nemaye. Diya min bi vê dizane, her roj vê dibîne, lê mîna ez Temoyê berê bim bi min re dide û distîne.

Loma ez lê dinêrim, lê bersiva wê nadim. Tu dibêjî qey ev cara pêşî ye ez dibînim ku diya min êdî baş bi nav salan ve çûye. Herdu biskên wê ên ku di bin çariya wê de xuya dikin, di rengê berfê de ne. Rûyê wê di nava qermîçokan de maye, ji xwarinê bûye, çerm û hestî maye. Êşa sînga wê her ku diçe lê girantir dibe. Cigarê nakişîne, lê kuxuka wê mîna ya cigarekêşeke salan e. Xîzîna jê tê wek gwîzanan sînga wê dibire, êş û janeke dijwar dide bedena wê. Van demên dawiyê êdî tevgerên wê jî baş giran bûne. Bi zehmetî radibe, bi zehmetî rûdinê, xwe bi zehmetî dide ser herdu darikên çîmên xwe.

Ew dîsa dipirse:

- De ka bibêje, berxikê diya xwe, ma tiştek bûye?

- Na yadê, tiştek nebûye, dibêjim. Ez hinekî ne baş razame.

- Çima, ma te xewnin dîtine?

Diya min pir ji xewnên min ditirse. Heta niha çi xewnên min dîtibin, rast derketine. Berî bêm girtin, min ji diya xwe re got:

- Yadê, ez ê bêm girtin û panzdeh salan di hepsê de bimînim.

Ez hatim girtin û panzdeh salan di hepsê de mam. Carekê jî em ê biçûna gundê diya min, mala xalê min. Di rê de min ji diya xwe re got:

-  Yadê, li min eyan e ku wê dilê xalê min bisekine û bimire.

Gava em çûn gund, piştî şîvê, di ser nimêja eşayê de, me dît çokên xalê min sist bûn û ew bejna wî ya dirêj wek beştekî li erdê ket.

- De rast bibêje, ma te xewnin dîtine? dîsa diya min ji min dipirse.

Carekê diniqute dilê min, ku ji ser kursiyê bipengizim, xwe dadim kêra di destê wê de, du kêran lêxim û hem xwe ji kuştina kesê ku ez ê îro bikujim xelas bikim, hem jî ji vê pîrejina diya xwe rizgar bibim. Ev pîrejina ku niha ji min re taştê hazir dike, lê wê du salên din têkeve stûyê min û ez ê heta mirina wê pê re bibehdilim. Ya kuştinê ez li ber nakevim, lê fikra ku ez ê nikaribim li diya xwe binêrim, min diêşîne. Ez zanim wê xwe pir di ber min de êşandiye, ew pir di ber min de westiyaye, ji bilî neh mehên ku hûn pê dizanin, wê çil û du salan xizmeta min kiriye. Gotinên pêşî wê fêrî min kirine, gavên pêşî wê bi min dane avêtin, herimandina xewên wê berhema girî û şûmiya min ya zaroktiyê ye, ji tirsa veşartina kitêbên min, min zirav lê qetandibû; min panzdeh salan ew li ber deriyên girtîgehan şerpeze kiribû, min rûmeta wê xistibû bin potînên eskeran. Ji bo min, ew bi guliyên xwe ve bi dû polîsan de hatiye kişkişandin. Yeka ku evqas tahb di ber min de dîtibe, wê tahbê neke serhevdî û pê li rûyê min nede, divê ez qîmetê bidimê.

Ev e, ez jî qîmetê didimê. Ew nebêje jî, ez ê heta mirinê xwe deyndarê wê bibînim, heta mirinê lê miqate bim û nehêlim ew têkeve ber dest û lingan. Lê du kêrên ku ez di biryardayînê de dudilî me, ê tavilê wê xelas bike û gumana ku ew têkeve ber dest û lingan jî namîne.

Ew fikrên ku di serê min re derbas dibin û xwe davêjin dilê min, xwe di rûyê min de jî didin der. Loma, diya min çavsorî û mirûzê min meraq dike û ji ber wê meraqê xelekên tirsê wê radipêçin. Ez bi zorê bişirîneke derewîn ji hundirê xwe derdixim, pê rengê rûyê xwe diguherînim û dibêjim:

- Na yadê, ez baş im, tenê piçekî serê min diêşe.

Diya min ya ku min baş nas dike û baweriya xwe bi wan gotinên min nayne, ji me re taştê hazir dike; nanê sominî dîlim dike, dixe selikeke biçûk ya nên, çaydanekî datîne ser ê din û li ser binikê çaydên li ser masê bi cih dike.

 

XELAT