ROJAVA- Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) roja Çarşemê 23/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de 13emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêj kirin û di wê derbarê de Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) bal kişand ser pêşkeftinên ku bi saya şoreşa Rojava ketine destê gelê kurd ku xwe bi xwe kurd birêve dibe û kariye bi hêza xwe parastina xwe bike.
Her weha Mihemed Ala bal kişand ser rola YNK`ê û serkirdayetiya wê di alîkarîkirina bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bi madî û manewî û hertim li kêleka gelê Rojava sekinîn. eve jî helwesteke netewî ye ku ji serdema rewanşad Mam Celal de destpê kiriye û heya roja îro jî berdewame.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Xelat
