EVÎN, ji bo zarokan çîrok û wêjeya perwerdehiyê dinivîse

EVÎN, ji bo zarokan çîrok û wêjeya perwerdehiyê dinivîse

Nivîskara kurd (Evîn Teyfûr) ku di sala 1998an de li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zanîngeha Kobanê beşa kurdî qedandiye û niha xwendekarê masterê ye. Berhem û çîrokên xwe bi kurdîya latînî dinivîse û girîngiyê dide nivîsandina wêjeya perwerdeyê ya ji bo zarokan.

Evîn Teyfûr, heya niha heft berhemên zarokan û lêkolîneke taybet li ser wêjeya zarokan çap kirine, ku her yek ji wan çend çîrok û helbestên li ser perwerdeya zarokan li xwe digre.

`Min ji xwendina pirtûkan hez dikir`

 Di vê derbarê de nivîskar û çalakvana perwerdeyê di warê wêjeya zarokan de li bajarê Kobanê (Evîn Teyfûr) ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand: “Dema ku mirov dest bi nivîsandinê dikî, divê mirov xwediyê paşxaneke nivîsandinê be, min di çardeh saliya xwe de ji xwendina pirtûkan hez dikir, paşê min dest bi nivîsandina helbest û çîrokên zarokan kir.

Di sala 2018an de ez beşdarî pêşbirkeke nivîsandinê bûm, piştre min dest bi nivîsandina gotar û lêkolînan kir û min çend berhem bi navên (Şeş Çîrokên Zarokan, Wêjeya Zarokan û Çîrokên Siya) belav kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Evîn Teyfûr wiha got: “Rê û rêbazên cuda yên nivîsandina bi kurdî hene. Ji ber vê yekê min zêdetir giringî daye nivîsandina çîrok û helbestên kurdî ji bo zarokan. Di wêjeya zarokan de gelek avantaj hebin jî, lê astengî jî hene. Her kes nikare di edebiyata zarokan de binivîsîne, ji ber ku nivîskar divê xwedî ezmûn hebe derbarê zarokan , mîna wan bifikire û bizanibe ku ew herî zêde bi çi re eleqedar dibin? Divê mirov bizane kîjan peyvan ji bo zarokan bikar bîne? Çîroka ku were nivîsandin divê bandorek neyînî li ser hestên zarokan neke, helbet eve jî pêdivî bi ezmûnê heye.

Derbarê kar û xebatên xwe de jî wiha got: heta Heft berhemên min ên zarokan û lêkolîneke min a taybet li ser wêjeya zarokan hene. Her yek ji berhemên min çend çîrok û helbesteke taybet li ser fêrbûn û perwerdekirina zarokan li xwe digre. Naveroka çîrokên min jî bo nimûne, meriv çawa zarokan fêrî xwendin û fêrbûnê bike. Her weha girîngiya gulan ji bo zarokan çi ye, çawa kulîlk û daran diçînin, wan av didin û xizmet wan bikin. Di beşeke din a çîrokan de ez behsa wê yekê dikim ku, ka zarok çawa dikarin ji pirtûk û pirtûkxaneyan hez bikin û li ser prensîbên serkeftina xwe bixebitin.

Her weha min di beşekî din de behsa wê yekê kiriye ku, zarok çawa wextê xwe li ser tiştên duyemîn xerc nekin, zarok çawa dikarin alîkariya dê û bavê xwe bikin, guh bidin wan û ji malbatên xwe hez bikin.

Evîn Teyfûr her wiha behsa wê yekê dike ku zarok çawa dikarin bi malbat û derdora xwe re demeke dirêj bêhna xwe bidin û çawa parastina paqijiya xwe bikin û dibêje:

Çîrokên min ramanên min bi xwe ne û ez zêdetir bala xwe didim mijarên hînbûn û perwerdeyê. Ez zarokan jî teşwîq dikim ku bi ramanên xwe çîrokan binivîsin, da ku zarokên kurd di pêşerojeke baştir de bijîn û bibin rewşenbîr û nivîskar.

`Romanek ji bo zarokan`

 Nivîskara Kurd weha pêda diçe û dibêje:

Ez niha li ser çîrokeke bi şêwazê romana zarokan dixebitim ku ezê îsal belav bikim. Di pêşerojê de plana min heye ku li Rojavayê Kurdistanê pirtûkxane û weşanxaneyekê ji bo zarokan vekim, ji ber ku berhem û nivîsên min têra zarokan nakin, divê ez nivîskarên din jî bînim da ku vê projeya girîng ya dewlemendkirina wêjeya zarokan berfireh bikim.

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Teyfûr da zanîn û got: Berhemên min bi riya çend pirtûkxaneyan digihêjin destê zarokên Rojavayê Kurdistanê. Min jî bi merasîmeke taybet li Kobanê berhemên xwe li nêzîkî 1000 zarokên Kurd belav kirin.

XELAT